Mihemed Mamlê 20 sale ji nav me barkirî, lê berhemên hunerî yên bi navê Mamlê hîn zindîne û bûye sembolekî hunera resena Kurdewarî û awazên Kurdî .


Mihemed Mamlê yeke ji wan dengên resene ku di dema jiyana hunerî de xizmetekî mezin ji bo hunera resen a Kurdî kiriye. Xwedî sedan stran û awazan e. Stran û awazên Mamlê li nava hunera resen a Kurdî de xwedî cihekî xwe yê taybet e. Hema hema piraniya Kurdan guhdarî dengê wî kiriye.

Mihemed Seîd Elî bi nasnav Mihemedê Mamlê di sala 1925’an de li Taxa Xirê a bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji nava malbatekî hunermend ji dayik dibe. Mamlê di nava malbatê de kesê herî dengxweş û dihate naskirin bû. Xwendina seretayî li Dibistan Pehlewî û Seadet a Mahabatê temam kir.

Di serdama Komara Mehabadê de bi stran û srûdên xwe yên nazenîn, tê naskirin. Hunermendê kurd ji ber kar û barê kurdayetiyê gelek caran tê girtin û di zindanan de jiyana ye.

Mamlê ne tenê mamostayekî hunerî bû, ji ciwanî ve beşdarî kar û xebatên nîştîmanî bûne. Yek ji pêşmergeyên Komara Kurdistanê a Mahabatê bû.

Di 29’ê Sibata sala 1948’an de ji ber ku helbestekî bi navûdeng a Hejar Mukiryanî kir stran hatibû girtin.

Şehîd Dr. Qasimlo wiha pesnê Mamlê dike, “Kak Mamlê hunermendekî mezin ê siyasî ye Kurd e, ji ber ku timî li gel rabûn û ketinê şaraza ye.”

Mamlê bavê 7 kur û 2 keçan e. Di jiyana civakî de Mamlê kesekî xizimdost û dilsoz bû.

Necat Mamlê ku yek ji kurên Mihemed Mamlê bû û di sala 1966’an de ji dayik bûye, li gel hejmarek ciwanên din ji ber sûcê ‘Kurdbûnê’ di sala 1982’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Bidarvekirina Ncedat gelek bandoriyê li Mamlê dike û yek ji stranên xwe bi navê ‘Zemane’ ji bo kurê xwe yê hatî darvekirin gotiye dibêje, “Felek zor bêwefa bû ji min stand’

Di heman demê de bavê Mihemed Mamlê, Saîd Mamlê jî deng xweş bû. Herwiha mamê Mihemed Mamlê Rehman Mamlê jî deng xweş bû.

Yek ji stranên deriyê hunerê ji Mamlê re vekir, strana ‘Royî bi cihêyî hiştim’ bû ku di sala 1938’an de tomar kiribû. Li gorî çavkaniyên dîrokê di nava 57 salên jiyana hunerî de nêzî 328 stran tomar kirine.

Mamlê di sala 1963’an de çûye bajaroka Qaledizê ya ser bi Îdareya Raperîn ya Başûrê Kurdistanê û li wir çend şahî lidar xistine. Piştre çûye bajarê Silêmaniyê û li wir jî beşdarî çend şahiyan bûye.

Stranên Tayer Tofîq, Elî Meran, Seîd Elî Esxer Kurdistanî, Mihemed Arif û Tehsîn Tahar ên herî bi dilê Mamlê bûn. Ji helbestan jî, helbestên, Wefayî, Silêmanî Şawanele, Marif Axa, Goran, Hejar Mukiryanî  û Hêmîn Mukiryanî bûn. Helbestên wan di nava gelek stranên xwe de bi kar jî aniye.

Mamlê di sala 1994’an de strana herî dawî tomar kir. Ji wê salê ve êdî nexweşiyekî giran girt. Nexweşiyê êdî nehişt dengê xwe tomar bik.e

Piştî 5 salan Mamlê di 74 saliya xwe de, roja 23’yê Çileya sala 1999’an piştî nîvro, li bajarê Mahabadê yê Rojhilata Kurdistanê koça dawî kir û xatir xwest. Mamlê li goristana Mahabadê ya bi navê Bûdak Sultan hate definkirin.

Hunermend Enwer Qeredaxî li ser Mamlê wiha destnîşan dike; “Mamosta Mihemed Mamlê, bi hestên xwe yên ciwan û dengê xwe wiha kir ku biçe nava dilê her kesî de. Lewma wê dengê wî yê aza ji bîra me ti kesî neçe. Timî deng û awazên wî mînakeke. Hunermend Mamlê kesekî nîştimanperwer û mirovdost bû. Kesekî ji bo hunera Kurdî xem dixwarin.”