Danişîna Selahattîn Demîrtaş ê rehîn heta 24-25’ê Nîsanê hate taloqkirin.
Danişîna Hevserokê rehîn ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Selahattîn Demîrtaş, li Dadgeha Cezayê Giran a 19’an a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di roja 3’yan de domand.
Demîrtaş bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû, diyar kir, bi sedemên siyasî hatiye girtin û got, ”Ez tehliyeya xwe naxwazim.”
Şandeya dadgehê danişîn taloqî 24-25’ê Nîsanê kir.