Navenda Ragihandinê ya YPS’ê diyar kir, roja 21’ê Çileyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê li dijî nobedar û polîsan çalakiyek hatiye kirin û di encamê de gelek ji hêzên çekdar ên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, roja 21’ê Çileyê li navçeya Esenyûrt a Stenbolê, tîmên wan ên Şehîd Zeryan û Şehîd Çiyager li dijî nobedar û polîsan çalakî pêk anîne.

Navenda Ragihandinê ya YPS’ê da xuyakirin ku çalakî bi bombeyan hatiye kirin û gelek kuştî ji çekdarên dewleta Tirk çêbûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 21’ê Çileyê li taxa Ornekê li dijî nobedarên li dewriyê digeriyan çalakiyeke bi teqemeniyê hate kirin, lê encam eşkere nebûye.

Li gorî daxuyaniyê, li taxa Esenyûrtê ya Stenbolê, febrîqeyeke tekstîlê ya AKP’iyayan hatiye şewitandin û berevajî îdîayên medya Tirk, şewat ji ber elektrîkê derneketiye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, vê çalakiya yekîneyên YPS’ê bi milyonan dolarî xisar daye rejîma AKP’ê. Her wiha hate gotin, 15’ê Çileyê li Esenyûrtê wesayita xebatkarekî AKP’ê hatiye şewitandin.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin, meha Mijdarê jî li Îzmîrê otoparkek hatiye şewitandin û welê li sedan wesayitî hatiye ku nema dikarin bên bikaranîn.