NAVENDA NÛÇEYAN – Fraksiyona Goran ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê xwest Tirkiye dawî li bombebaran kirina xaka Başûrê Kurdistanê bîne û hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê derxin. Duh gelê Şeladizê li dijî êrîşên balafirên şer ên TSK’ê ku di 23’ê Çile de gundê herêmê bombe kiribûn û 4 welatî kuştibûn bi ser qereqola eskerên Tirkiye de girt. Gelê Behdînan ku bi ser qereqolê de girt maşîneyên eskerî û çadirên eskeran şewitandin. Piştre balafirên şer ên TSK’ê dîsa çûn herêm bombe kirin. Piştî serhildana gel a li dijî Qereqola Sîrê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlud Çavuşoglu, bi Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Berzanî re hevdîtin kir. Neçîrvan Barzanî jî diyar kir ku dê lêpirsînê bidin destpêkirni. Li aliyê din fraksiyona Tevgera Goran ya li Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belavkir. Fraksiyona Tevgera Goran di daxuyaniyê de bang li Tirkiye kir da ku dawî li êrîşên xwe yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bêne û hêzên xwe ji Başûr derbixe. Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de got: “Erkê Hikumeta Iraqê ye bi hemahengiya bi Herêma Kurdistanê re sînorên Başûrê Kurdistanê bi parêze. Pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê bi bombebaran, kuştin û êrîşan nayê çareser kirin. Êrîş tenê hejmara qurbaniyan zêde dike. Li gorî me wê pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyeyê tenê bi guftugoyên aştiyane were çareser kirin.”
Tevgera Goran xwest Tirkiye hêzên xwe ji Başûr derxin
