Çalakiya ku wê lidijî dagirkeriyên dewleta Tirk li Dihokê bihata lidarxistin, rastî astengiyên asayîşa PDK’ê hat. Asayîşê 3 çalakvanên dinjî binçavkir.
Danê êvarê çalakiya ku wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li Dihokê bihata lidarxistin, rastî astengiya asayîşa PDK’ê hat. Asayîşê gelek kesan binçavkir. Hat zanîn dinava kesên hatîn binçavkirin de çalakvanên binavê Dilovan Remezan û Sebah Etruşî hene. Herwiha hat zanîn li Şêladizê jî kesek binavê Yusuf Hisên bi hinceta ku beşdarî xwepêşandana li Şêladizê bibû, hate binçavkirin.
Dihat payîn ku îro li parka Newroz ya bajarê Dihokê, komek rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl, nûnerên sentera Metro û welatiyên bajêr, çalakiyek a nerazîbunê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê lidarbixistiban.