Partiya Çep (Dîe Lînke) daxuyaniyek da û bang kir ku tecrîd tavilê bi dawî bibe û danûstandin dest pê bikin. Ji hikumeta Elman jî hate xwestin ku nebe hevparê sûcên Tirkiyeyê.
Bi navê Rêveberiya Eyaleta Bremenê ya Dîe Lînke Cornelîa Barth û Felîx Pîthan daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êşkence ye û bang kirin ku tecrîd tavilê bê bidawîkirin.
‘BILA HIKUMETA ELMAN NEBE HEVPARÊ SÛCÊN TIRKIYEYÊ’
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, rejîma Erdogan ji bo tepisandina mûxalefeta demokratîk, nûnerên siyaseta demokratîk girtiye û di heman demê de hêzên dewleta Tirk û çeteyên Îslamî yên tund Rojava (Efrîn) dagir kirine. Di daxuyaniyê de hate ragihandin, hikumeta Elman bi hevkariya xwe ya bi Tirkiyeyê re divê hîn bêhtir hebe hevparê sûcên Tirkiyeyê.
Di daxuyaniyê de ji hikumeta Elman hate xwestin, êdî bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê.
‘EM DIXWAZIN DANÛSTANDIN DEST PÊ BIKE Û TECRÎD BÊ RAKIRIN’
Dîe Lînke diyar kir, mîna Leyla Guven ew jî dixwazin di navbera Tirkiye û PKK’ê de hevdîtinên ji bo aştiyê dest pê bikin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bê bidawîkirin û bang kir, ku parlamenter, hevşaredar û bi hezaran siyasiyên girtî ne tavilê bên berdan.
Rêveberiya Eyaleta Bremenê ya Dîe Lînke ragihand, grevab birçîbûnê ya 17’ê Kanûnê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest pê kir, ji bo aştî û danûstandinê ye û careke din piştgiriya xwe ya ji bo greva birçîbûnê nîşan da.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, endamê Rêveberiya Eyaleta Bremenê ya Dîe Lînke û namzetê parlamenteriyê yê hilbijartinê eyaletê Mazlûm Koç û endamên rêveberiya Dîe Lînke bi vê armancê serdana çalakiya greva birçîbûnê kirine.