Nobeda Azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 345’an bi komên nû dewam dike.

Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê pêk tê, di roja 345’an de ye. Çalakiya ku bênavber dewam dike, her hefteyê komeke nû dewr digire. Nobedarên vê hefteyê jî welatparêzên krud ên bi navê Zafer Dersim, Mehmet Vîranşehîr û Fettah Cîrît ên ji bajarê Essenê yê Elmanyayê ne.

Kurdistaniyan nobeda vê hefteyê ji endamên Tevgera Jinan a Elewî ya FEDA’yê dewr girtin. Kurdistanî rojane ji saet 07:30 heta 16:30’î qala girîngiya azadiya Ocalan dikin. Bi vê armancê pirtûk û broşurên li ser nêrîna Ocalan belav dikin.

Bi navê koma ji Essenê daxuyaniyek hate dayin û hate bibîrxistin, li gel girankirina tecrîdê jî Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) berpirsyariya xwe bi cih nîne. Çalakgeran diyar kirin, Ocalan ji bo gelên li Kurdistan û Rojhilata Navîn projeya jiyana hevpar amade kiriye û gotin, ew bêdengiya dewletên Ewropayê qebûl nakin.

Nobeda “Azadî ji Ocalan re” 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kir û heta niha bi qasî 2 hezar kes tevlî bûn. Di çarçoveya çalakiyê de heta niha bi sed hezaran kes hatine agahdarkirin.