Rayedarên herêma xweser a Mûrcîa ku li başûrê rojhilat ê Spanyayê ye dan xuyakirin ku ji ber germê du kes mirine.

Hate gotin, yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane karkerekî Nîjeryayî yê 40 salî ye, yek jî teqawîtekî 78 salî ye. Karkerê Nîjeryayî dema li ser kar bû, teqawît jî gava bexçeyê xwe çêdikir ji ber germê mirine. Li gorî encamên otopsiyê, her kes ji ber germê mirine.

Li Spanyayê roja Înê yek ji rojên herî germ ên vê havînê ye. Li Madrîdê dinya bi 40 pileyî, li Sevîla bi 42 pileyî, li Caceresê 43 pileyî û li Badajosê jî 44 pileyî germ e.