Ji berxwedêrên Strasboûrgê Kerem Solhan ku doh rewşa wî giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku tedawî qebûl nekir ew dîsa anîn Navenda Civaka Demokratîk a Kurd cihê çalakiya greva birçîbûnê.
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrgê Kerem Solhan, roja 44’an a çalakiyê piştî nîvro nexweş ketibû û ji bo Solhan bang li ambûlansê hatibû kirin. Doktorên ambûlansê israr kirin ku wî ji bo tedawiyê bibin nexweşxaneyê, lê Solhan qebûl nekir. Piştre tenê ji bo teşxîsê ew rakiribûn nexweşxaneyê.
DI GELEK ORGANÊN WÎ DE PIRSGIRÊK HENE KU DIKARE RÊ LI BER METIRSIYÊ VEKE
Dr. Fahrettîn Gulşen li ser kontrola Kerem Solhan a li nexweşxaneyê agahî da û diyar kir, li Solhan hatiye tespîtkirin ku masûlkên wî dihelin, li rovî û mehdê wî gaz zêde bûye, li qenalên mîzdank û gurçikê îltihab çêbûye.
Doktorên nexweşxaneyê ragihandin ku tespîtên hatine kirin cidî ne, lewma divê Solhan ji bo tedawiyê li nexweşxaneyê be, naxwe dibe ku rîsk li ser jiyana wî çêbibe.
TEDAWÎ QEBÛL NEKIR Û VEGERIYA CIHÊ ÇALAKIYÊ
Berxwedêrê greva birçîbûnê guh neda van hişyariyên doktoran û tedawî red kir.
Dr. Fahrettîn Gulşen got, “Çalakger (Kerem Solhan) ev yek red kir û vegeriya cihê çalakiyê.”
DOKTORAN HIŞYARÎ DAN
Dr. Gulşen diyar kir, li ser vê yekê doktorên li nexweşxaneyê hin hişyarî dane û got, eger êşên Kerem Solhan zêdeyî 20 deqeyan dewam bike, divê mudaxele were kirin. Dr. Gulşen got, di rewşeke berevajî de wê rîska jiyanî li Solmaz rû bide.
Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir, di nava çalakgeran de yê ku heta niha rewşa wî bi rîsk e Kerem Solhan e û got, li gelek çalakgerên din jî rewşa bi rîsk heye.
REWŞA HIN ÇALAKGERÊN DIN JÎ CIHÊ FIKARAN E
Dr. Gulşen bi bîr xist, çalakiya greva birçîbûnê ketiye roja 45’an û got, çalakger Yuksel Koç, Gulîstan Îke, Ayvaz Ece û Ekrem Yilmaz jî di nava heman rîskê de ne. Dr. Gulşen anî ziman, mîna rîska li Kerem Solhan eşkere bû, rojên wê dibe ku li bi çalakgerên din hemûyan re jî peyda bibe.