Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok got cot stratejiya HDP’ê ya hilbijartinê stratejiyeke rast e.

Endamê Konsya Rêveber  a KCK’ê Xebat Andok, got HDP pir di cih de li Kurdistanê standina şaredariyên hatine desteserkirin û  lê zêdekirin, li Tirkiyê jî têkbirina AKP-MHP’ê ji xwe re kiriye stratejiya sereke û got, ”Standina yên ku hatina desteserkirin, ji Kurdistanê avêtina rejîma qirker, li tevehiya Tirkî jî û li Kurdistanê jî cihê ku mirov nikare bistîne, ji bo têkbirina vê desthilita faşîst û ji desthildariyê xistina mirov hewl bide, ev stratejiyeke rast e.” Andok diyar kir temenê AKP-MHP’ê ne dirêj e, ev li dijî sirûşta bûyinê  ye û domand, ”Ev desthilata ku ji ji kontrolê derketî, heta roja ku biçe jî wê faşîst be, qirker be û li dijî civakê di nav şer de be. Ji bilî têkbirina bloka faşîst û qirker a AKP-MHP’ê ti çareyeke dî tine.”
‘JI 7’Ê HEZÎRANA 2015’AN VE HEMÛ HILBIJARTIN PRATÎKA DARBEYÊ NE’

Andok got dema ku mirov li rewşê dinere weke ku mirov diçe şer ne diçe hilbijartinê û jixwe bi rengekî dî jî wê nebûya û domand, ”Ji ber ku ev desthilatdarî li dijî civakê di nav şer de ye. Ji ber sedema ku desthilateke faşîst e û ji ber ku çi kesê ku weke wê nafikire, serîtewandina li wan, kiriye sedema bûneweriya xwe, her kêlîkê mîna ku di şer de be. Ji ber vê jî di van şertên faşîzmê de kirina hilbijartineke normal ne pêkan e.

Andok bi domdarî got hilbijartinên normal şertên wekhev, derfeta kampanyaya rehet, xebata serbest, azadiya derbirîn û rêxistiniyê hewce dike û diyar kir tiştên ku di serdema AKP-MHP’ê de têne kirin ti têkiliya xwe bi hilbijartinê re tine, got, ji 7’ê Hezîrana 2015’an û vir be hemû hilbijartinên ku hatine kirin, referandûm pratîka darbeyê ne, bi zor, dek û dolab, rageşiyê hewl tê dayin ku encaman bi dest ve bînin û her kes pê dizane ku bi dek û dolab, zor, zext û gefan li ser desthilatdariyê dimînin.

Andok got heke muxalefeteke rastî heba, dikarîbûn nekevin hilbijartinê û got, ”Heke partiyên li derveyî AKP-MHP’ê bibûna xwedî wê helwestê de ku di van şertan de ne pêkan e ku biçin hilbijartinê, gotibûna di vê rewşa zextê de nikarin hilbijartineke bi tendiristî bikin, wê demê encamên hilbijartina AKP-MHP’ê bê hikim bûya. Lê mixabin partiyên li Tirkiyê yên muxalefetê tenê bi navên xwe muxalefet in. ”

‘EV HILBIJARTIN MANÛNEMA FAŞÎZMA AKP-MHP’YÊ YE’

Andok bi domdarî diyar kir AKP-MHP pirsgirêka manûnemanê dijîn, ditirsin ku desthilata wan ji dest biçe, 7’ê Hezîranê ji desthilatê ketin lê ji wê demê ve bi rêya zorê li ser deshilatê ne û got, ”Li Kurdistanê bi destê Kurdan ,dîsa standina şaredariyên ku hatine desteserkirin,diyar dikin ku wê were maneya daxwaza xweseriya demokratîk û  ev jî wê pirsgirêka manûnemanê ji bo wan bi xwe re bîne. Belê, rewşa wan ev e û ew bi tirsên mezin in” û domand, ”Ji bo vê jî ya ku jê re dibêjin pirsgirêka manûnemanê a rast pirsgirêka hebûna wan e, ev hilbijartin ji bo wan bi girîngiyeke mezin e.”

‘TÊKOŞÎNA DESTHILATÊ YA DI NAVBEYNA PARTIYÊN DEWLETÊ DE GIRÎNG E’

Li ser helwesta muxalefetê ya li bara desthilata faşîst a AKP-MHP’ê Andok got, ”Weke ku berê jî min gotî ji bilî HDP’ê, partiyên din ji hêla hişmendî û bernameyên xwe ve bi partiyên muxalîf nayên hesibandin. Li gel vê jî ew jî hesaban dikin, tifaqan datînin û dixwazin bi ser bikevin. Ev hewasa wan xuya dike. Helbet maneyeke vê heye. Her demê bûye pirsgirêk ku raye û hêz tenê di destekî de bicivin. Di pergalên parlamenter de ya esas ew e ku raye di nav organên navdewletî e werin parvekirin. Faşîzma AKP-MHP’ê bi rêça parlamenterî re jî li hev nayê, jixwe ew dixwazin rejîmê biguherin û faşîzma mitleq ava bikin. Ev ji bo dewletê jî dibe taloyeke mezin. Ji bo vê jî partiyên din ên dewletî, di nav dewletê de, li derveyî bloka AKP-MhP’ê girîng e ku blokên hêz û desthilatê ava bikin. Kuev partî li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bibin xwedî hêz, wê were maneya qelsbûna desthilata AKP-MHP’ê. Ji bo vê jî divê mirov girîngiyê bide wê ku têkoşîna desthilatê ya di navbeyna partiyên dewletê de, dikarin navendên cuda yên desthilatê ava bikin.”

‘STRATEJIYA HDP’Ê RAST E’

Di vê rewşê de li ser pozîsyona HDP’ê Andok got, ‘HDP’bûyin zor e. Mixabin li Tirkiyê çareserbûna hemû pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyê, heke gotin di cih de be li gorî têkoşîna wê, wê diyar bibe. Xwezî partiyên din jî ne ev çend dewletparêz bûne, hinekî bibûna civakî” û got, ”Bi qasî ku em dibînin HDP bi vê hişmendî û berpirsyariyê tevdigere. Pir di cih de; li Kurdistanê standina hemû şaredariyên desteserkirî û li Tikriyê jî têkbirina AKP-MHP’ê ji xwe re kiriye stratejiya sereke. Standina ya desteserkirî, ji Kurdistanê avêtina rejîma qirker, li tevahiya Tirkiyê û li bi ser li Kurdistanê, li deverên ku wê nikaribin  bistînin, hewldana têkbirina desthilata faşîst û ji destshilatdariyê xistina wê. Ev stratejiyeke rast e.

‘TIFAQE LI BAKUR BI NIRXEKÎ STRATEJÎK E’

Andok li ser tifaqa Kurdistanê got, ”Ez bawer nakim ku Kurd têkilî tifaqa Kurd bibin xwedî nêzîkatiyeke şaş e, ji ber ku rewşa parçebûna Kurdan, yeknebûna wan sedema rastîn a êşa wan e. Her Kurdekî welatparêz tifaqa Kurdan dixwaze. Jixwe wiha bû, dema ku hatî ragihandi kelecanî û coşiyeke mezin çêbû. Ma jê çêtir çi heye ku Kurd li dijî mêtingeriyê werin cem hev? Divê mirov ji ber vê serkeftina wê pîroz bike.”

Andok  got her çendî hin kêmasî hebin jî tifaqa ku pêk hatî divê mirov bi girîngiyeke stratejîk bibîne, divê hemû gotin, kirin ji bo geşkirin û mayindekirina vê tifaqê be, helwest û gotinên derveyî vê ne pêkan e ku xizmetê ji berjewendiya Kurdan re bike.

Andok bi berdewamî diya kir partiyên ku tifaq danîne divê nametên ku nîşan bidin namzetên wiha bin ku ziyan nedabin nirxên gel, êrîş nebirin ser û hurmet dabin têkoşînê, bi giştî wiha tevgeriyane û got, ”Kesê ku li Çinarê hatî diyarkirin, ne yekî wihabû ku li gorî rihê tifaqê tevbigere û li gorî hesasiyên civakê bimeşe. Ji bo vê jî gelê me got ew ê yek dengî jî nede wî kesî û xwest ku biguherîne. Divê mirov nekeve wê şaşîtiya ku ji bo kêçekê mala xwe bişewitîne. Peywira sereke ew e ku ev tifaq were geşkirin, mayindekirin, dema ku ev hate kirin jî mirov li gorî hesasiyata gel biçe. Em dibînin ku di vê mijarê de helwesteke kamil jî heye û ev kêfxweşiyê dide.”

Andok herî dawî li ser tifaqa Kurdisanî got, ”Rejîma faşîst a qirker vê tifaqe naxwaze. Ne tenê li Bakur vê naxwaze, li ti devera Kurdistanê vê naxwaze. Her demê dixwaze Kurdên ku li dijî hev bi kar bîne, wan bi hev bide şerkirin li ber dest hazir be”’ û domand, ”’Ev tifaqa li Bakur bi nirxekî stratejîk e, pir hêja ye. Zehmetiyên wê hebin jî, ji bo ku bi temamî rûne her çendî pêdivî bi demê hebe jî, pêngaveke di cih dde ye. Ji bo vê jî divê hemû gelê me yê welatparêz, dostên me, bi helwesteke wiha bin, ne ku vê tifaqê bixin zorê, divê vê tifaqê xurt bikin.”

‘DI REWŞA BERDEST DE TIŞTA HERÎ SÛDEWA TÊKBIRINA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê YE’

Li ser stratejiya HDP’ê ya ku wê li hin bajaran namzetan derxîne jî Andok got, ”Dawiya dawî ev hilbijartineke xwecih e û têra xwe dengê we nebin hûn bi ser nakevin. Hûn di şer de ne, her çendî hûn partiyeke siyasî bin jî tê xwestin ku hûn werin tinekirin û  HDP li gel hêzên demokrasiyê yên Tirkiyê temsîla Kurdan hûn dikin. Ji bo vê jî pir sirûştî ye ku HDP van hemû aliyanbîne ber çavan, bibe xwedî pozîsyon, bikeve nav lêgerîn û tifaqan. Bi qasî ku em dişopînin, li deverên ku wê bikaribe bi ser bikeve bi îdîa bi navê xwe diçe hibijartinê. Dîsa li her deverê ji bo endamtiya meclîsa şaredariyê bi navê xwe dikeve hilbijartinê. Lê li deverên ku wê nikaribe şaredariyê bistîne, ji bo ku dengên wê li ber avê neçin, bi serdemî, ji bo ku têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê daniye ber xwe, li dijî vê desthilata faşîst kî di têkbirinê de be, hewl dide ku bi wan re rûne, diyalogê deyne û tifaqê çêbike. Biya me di vir de ti şaşî tine. Wiha tê fêhmkirin li bajarên mezin ku wê namzet neyên nîşandan jî ev rê were şopandin. Helbet bi partiyên din re jî hin hevparî çêbûne. Heke desteke wê çêbibe, ev ne destekeke hawante ye, bi armance û û hemû tovên ji desthilatê xistina desthildariyê di nav xwe de vedihewîne. Di rewşa berdest de tişta herî sûdewar têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ye. Xilasbûna vî welatî ya ji vê desthilatê hinekî dike wê keviran li cihê xwe bide rûniştandin.”

‘REXNEYA ‘FERQA WAN JI HEV TINE’ NÊZÎKATIYEIE BERTENGÎ HÎSÎ Û APOLÎTÎK E’

Li ser rexneya ”ti ferqa wan ji hev tine” , Andok got, ”Ên ku wiha rexne dikin hene; ev nêzîktêdayineke pir berteng e, hîsî ye û apolîtîk e. Nêzîktêdayineke wiha tiştekî xilas nake, bi ser de, xwediyên vê nêzîktêdayinê, her çendî bibêjin, li dij in jî, bêyî ku haya wan jê hebe, bi helwesta xwe, sûde li mayindbûna faşîzma AKP-MHP’ê dikin. ” 

‘DIVÊ YEKÎTİYA FAŞÎST WERE PARÇEKIRIN’

Andok wiha domand, ”Ez vebêjim; niha AKP-MHP ew bixwe dibêjin, heke sê bajarên mezin ji dest wan biçin, rejîm -rejîma wan a faşîst e- wê nîqaş li ser çêbibe. Ev nîşan dide bê ka di çi rewşê de ne. Madem wiha ye, naxwe divê ew sê bajar ji dest wan werin standin, divê ew yekîtiya wan a faşîst were parçekirin. Divê neyê gotin, ”ku bibe wê çi bibe”, ka pêşî parçe bike, wê demê tê lê bifikirî tê çi bikî. Em bala xwe bidinê; herî pir MHP û AKP helwest nîşan da ji ber ku HDP’ê namet nîşan neda. Ev jî nîşan dide bê ka pêngava ku hatî kirin çendî zorî li wan kiriye.

‘HDP PARTIYA HEMÛ CIVAKÊ YE’

Kî naxwaze ku HDP li Kurdistanê û hemû Tirkiyê namzetan nîşan bide, bikeve hilbijartinan û bi ser bikeve. Partiya herî mirovî, herî demokratîk û civakîparêz HDP ye û bi rastî jî vê heq dike. Lê her tişt bi daxwaza mirov, bi hîsa mirov nabe, heke bibûya wê rewşa civakê û Kurdan ne wiha  bûya. Hin jê HDP’ê tenê weke ku partiya Kurd be dibînin, dixwazin wiha bibînin.

HDP divê li gorî bernameya xwe biçe. HDP ji hêla bernameya xwe ve partiya Kurdan e jî, ya hemû civakê ye, hemû cihêtiyan di nav xwe de vedihewîne. Jixwe ev têra xwe hatiy dîtin. Ji bo vê jî divê kese kirasekî cuda li HDP’ê nefesilîne. Herî pir mêtingeriya TC’ê, dixwaze HDP tenê partiya Kurdan be, di nav Kurdan de jî hin jê dixwazin tenê bibe partiya hin derdoran. Ji ber ku Kurd çendî tenê bimînin wê ev çend bêhêz bimînin. Mêtingerî ji bo xwe mîna mirinê dibîne ku HDP bibe partiya Tirkiyê. Sedema ku ev çend krîmînalîze dike, ev çend êrîşan dibe ser ev e. Ji bo vê jî destekê bide her tevger û helwestê ku HDP bibe partiya Tirkiyê. Ji bo vê jî divê mirov tiştên ku dibin baş fêhm bike.

ÊN KU BI ÇANDA GIHAN E, BI RENGÊ KU REXNEYÊ BIDIN REXNEYÊ DIKIN’

Andok li ser rexneyên tund ên li ser stratejiya HDP”ê jî got: ”A rast mirov meraq dike bê ka ev kesên wiha tund dajon ser kî ne. Ya ku em dizanin, kesên ku di nav têkoşînê de ne, berdêl dane û bi niyeteke baş hevrêyên hev in, vê nakin.  Heke ne bi ajotina dijmin be, nirxandinên wiha ne ku ji mebesta xwe derba dibin, bi ser de ji hedê xwe derbas dikin. Bi ser de, divê mirov nekeve vê fikrê ku ev nêzîkatî pir berbelav in. Bi gumana min kesên ew kesên ku ji wan weye ku bi çend tweetan wê bikaribin cîhanê biguherin û ji bo ku nasnameeya xwe jî diyar nakin, kesên ku mirov nizane bê ka kî ne, vê dikin. Ev dişibe karê wan kesan ku bi zanebûn dixwazin HDP’ê reş bikin. Helbet di nav wan de mirovên ne bi niyeta xirab jî hene, ji ber ku fêhm nekirine bertekên hîsî didin û teqez yên wiha hene, lê ji ber sedema ku ev êrîş pir zêde tê kirin, hin tiştên din jî têne bîra mirov.

Di rêça  HDP’ê de û di girseya wê de ku bi rastî jî dengê xwe didin, li ser navê rexneyê reşkirin, hilweşandin tine. Ên ku bi vê çandê giha ne, partiya xwe ya ku bi berdêlên mezin ava kirine û xwe dikin yek, bi rengê ku rexnedayinê bidin, rexne dikin. Ji bo geşbûn, bihêzbûnê ramana xwe dibêjin, rexneyê dikin. Dijûnan nakin, heqeratan nakin, nahilweşînin, heq naxwin. Dadmend û bi pîvan in. Zelal ku gelê me yê têra xwe zane, bi bêhfirehî nêz dibe, li dora partiya xwe, li dora nirxên têkoşînê tê cem hev. Di xebatên hilbijartinê de jî mirov dikar vê germahiyê, vê xwedîderketinê bibîne. ”

‘LI DORA NAMZETAN EM BICIVIN’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok herî dawî got, ”Gelê me û hêzên demokratîk divê nekvin nav nîqaşên wiha ku qels dikin; li dijî reşkirin û êrîşan divê şiyar bin. Divê nîqaşên navxwe em li deverekê bihêlin û her kes li dora namzetên diyar bicive. Ji bo ku li Kurdistanê şaredariyên ku hatine desteserkirin dîsa werin standin, li wan werin zêdekirin, li deverên din jî ji bo têkbirina faşîzma  AKP-MHP divê bi rihekî seferber, her kes tişta ku ji dest tê, bikin.”