Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 31ê Çile 2019 PÊNŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin. Niha jî çend sernûçeyên me…

&- Rayedarên dewleta Tirk, serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, carekedin red kirin.

&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 85 mîn.

&- Li Hewlêrê çalaki û berxwedana Nasir Yagiz jî di roja 72’mîn de ye.

&- Jibo piştevaniya berxwedana Strasborgê, bi rojane bi dehan meclîsên gel, nûnerên saziyên Kurdistanî û ewrûpî diçin serdana çalakgeran û piştgirîya xwe raber dikin.

&- Bi daxwaza ‘ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî’ li gelek welatên cîhanê enternasyonalîst, siyasetmedarên li surgunê, hunermend û nûnerên beşên cuda yên civakê wê ji sê milan ve ber bi Strasbourgê ve bimeşin.