Li Berlîn, Atîna, Frankfûrt, Stûttgart û Rennesê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye bi slogana ‘Li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne’ û ji bo balkişandina greva birçîbûnê ya parlementera HDP’ê Leyla Guven çalakiyek hate lidarxistin.
Çalakî saet di 15.00’an de li pêşiya Parlementoya Federal a Elmanyayê hate destpêkirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku li pêş çavê cîhanê mirov ber bi mirinê diçin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîdê û ji bo balkişandina grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî di saet 16.00’an de li Haûptwacheyê hate destpêkirin.
Di çalakiyê de ji bo balkişandina grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê jî çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de belavoka banga kesên ku xelatên Nobelê jî stendibûn hate belavkirin.
RENNES
Li bajarê Rennesê yê Fransayê li Qada Şaredariyê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin û ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê peyamên hevgirtinê hatin dayîn.
ATÎNA
Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye çalakgerên Tevgera Ciwanên Şorreşger ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo hevgirtina bi çalakgerên greva birçîbûnê çalakiyek lidarxistin.
Çalakgeran li zanîngeha Holteknîkê belavok belav kirin û pankarta li ser grevên birçîbûnê daliqandin.