“Xweda Zeûs û alîkara wî Xwedawend Athena, bi destdana hev a Hades û Ares , Prometheus li zinarên Kafkasyayê li zincîrê xistin û neviyên wan ên mirov jî ez mîna wî li zinarên Girava Îmraliyê zincîr kirim.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sîstema Îmraliyê weke parçeyekî Komploya Navneteweyî dibîne. Wê derê ne tenê weke girtîgehekê dibîne; mîna cihekî ku modernîteya kapîtalîst di şexsê wî de êrîşên mezin li dijî gelê Kurdistanê û gelên herêmê lê dîzayn dike, dinirxîne. Ocalan di nivîs û hevdîtinên xwe de vê sîstemê analîz dike û qala têkoşîna xwe dike.

Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê ‘ŞARISTANÎ-Serdema Qralên Piştperdeyê û Xwedayên Bi Maske-’ qala pêvajoya komployê û rastiya Îmraliyê dike. Em beşa 19’an bi we re parve dikin:
Têkiliya krîzan bi sîstemê re jî gelekî balkêş e. Krîzên li Asya, Rûsya û Emerîka Latîn bi awayekî zincîrwarî weke demî û belawela pêk tên, bi temamî di qada pereyan re derbas dibin. Piştre xwe di ekonomiya reel de nîşan didin. Krîzên berê jî li cîhana reel dest pê dikirin û li cîhana pereyan bi encam dibûn, lê krîzên serdema fînansê berevajiyê vê yekê diqewimin. Ekonomiya reel ji bo herî dawiyê tê hiştin, lê çawa ku serwerê cîhana fînansê dixwazin ew welat an jî blokên welatên din kengî stû ditewînin, hînê pirr giran nebûye bi dawî dikin. Eger mirov weke mînak li Rûsyayê binêre mirov dikare gelekî jê hîn bibe. Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst YKSS’ê bi awayekî fermî di sala 1991’ê de ji hev belav bû, lê piştre her ku çû ew xistin pêvajoyeke giran a krîzê ya fînansê. Di 1998’an de krîz derxistin asta herî jor û bilind.

DI BERDÊLA 10 MÎLYON DOLARÎ DE JI RÛSYAYÊ HATIM DERXISTIN

Pirr balkêş e; di vê demê de, tê zanîn di çarçoveya bûyerên derketina ji Şamê de ez jî li Moskovayê bûm. Rayedarên Rûsyayê dixwestin ez bi lez ji Rûsyayê derkevim û ji bo min derxin digotin, çi ji destê wan tê wê bikin. Şefê wan ê herî mezin ê Îstîxbaratê wiha digot: ‘Eger piştî 6 mehan bûya, her tişt ê hêsan bûya. Me yê jî bi te re bi vî awayî nedana û nestandana.’ Erê, krîza 1998’an Rûsya teslîm girtibû û rayedarên xwedî gotin ê vî welatî bi devê xwe li vê rastiyê mikur dihatin. Gelekî baş tê bîra min. Serokwezîrê Îsraîlê Ariel Şaron û Wezîra Karên Derve ya DYE’yê Madeline Albraight ku operasyona der barê min de dimeşandin, bi lezûbez hatibûn Moskovayê û di berdêla deh mîlyon Dolarî de ez ji Rûsyayê dabûm derxistin. 

Bi vê armancê bi IMF’ê re peymanek hatibû morkirin. Her wiha di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de jî di berdêla min de peymana enerjiyê ‘Xeta Şîn’ hatibû mohrkirin. Yek ji şertê Rûsyayê jî ev bû. Tevî ku DYE li ber rabûbû. Piştî ku Rûsya ket xeta neolîberal a hegemonîdarê sîstemê dixwest, hêdî hêdî ji rewşa xwe ya bi felc xilas bû û bi ser sîstemê ve bû. Di serdema dijşoreşên fînansî û ferazî de dijşoreşek jî bi vî awayî pêk dihat!

Serdema bazirganiyê bi şerên mezin ên talanê hatibû meşandin. Serdema pîşesaziyê jî du şerên mezin ên cîhanê û ji bilî şerên çînî yên navxweyî bi şerên rizgariya neteweyî têrûtijî derbas kiribû. Fînans kapîtal jî veguherî şerê desthilatdariyê yê tevahiya civakê bi civakê re. Yekdestdarê herî dawî yê şaristaniyê, eger bi tevahî Rojhilata Naverast ji dest bidaya, heye ku di binê kaosa avabûn û struktural de bimaya. Jixwe rewşa diqewimî jî nêzî vê bû. Êdî şensê sîstemê bi giranî li gorî bûyerên li herêmê biqewimiyana wê diyar bibûya. Ji ber vê û ji ber şertên xweser, bûyerên diqewimîn Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû. Jixwe bûyerên piştre rûdidan ev yek piştrast dikirin.

XWEDAYEKÎ RASTÎ EZ ZINCÎR KIRIM

Ez yeqîn dikim ku têkiliya stratejîk û krîtîk a vê pêvajoyê bi min re, di demên pêş de wê eşkere were fêhmkirin. Jixwe mijar her ku diçe zelal dibe. Min bihîst ku wexta lîderê bi tesîr ê Sûriyê Hafiz Esed bi lîderê bi tesîr ê DYE’yê Clinton re du caran hevdîtin pêk aniye, nîviyê rojeva wan der barê min de bûye. Hatibû fêhmkirin ku ez rewşê asê dikim. Di nava Projeya Rojhilata Naverast a Mezin de roleke stratejîk a demdirêj dane Kurdan. 

Di çareserkirina pirsgirêkên herêmê yên bi fînans kapîtalê re Kurd û Kurdistan wê weke beştê pê deriyê kelhê tê şikandin, bêne bikaranîn. Di hin dem û dewranan de Ermenî û yên weke wan Helen, Asûrî û heta Cihû, Ereb û Filistînî ji bo van armancan hatibûn bikaranîn. Hêzên statukoparêz, dewletgirên zêde netewe, yên li şûna ku pirsgirêkên sîstemê çareser bikin li pêşiya wê dibin asteng û dev ji hewesa xwe ya hegemonyadariya herêmê bernadin, heye ku bi çoyê Kurd tesîr li wan bê kirin û ji hev bêne xistin.

Wer tê fêhmkirin ku ev pîlan ji salên 1970’î ve hatiye amadekirin û ez jî weke hêmanekî li bendê nebûn, lê weke hêmanekî rewşê asê dike, ketim navê. Yan min ê guh bida gotinên wan û bi temamî bibûma eskerekî wan, yan jî ez ê bihatama avêtin aliyekî din. Ez xwediyê wê kesayetiyê nebûm ku bibim eskerê wan. Ji lewra mirov dikare fêhm bike ka çima ez ê pêşî bûm ku avêtin aliyekî û bi hêsanî ez ji pêşiya xwe derxistin. Şerê Cîhanê yê Yekemîn kengî milîtanekî Sirp welîtextê Awûsturyayê kuşt dest pê kiribû û hînê bi dijwarî wê dewam bikira. Lê weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wê dewam bikira. 
Berevajî berê vê carê bi pîlana tevahiya hêzên rêxistinkirî yên sîstemê ez ê weke qurban bihatama hilbijartin. Rewş dişibin hev û dîrok xwe bi nûkirinê dubare dike. Ev jî têra xwe tesîr dike û balkêş e. Min di parêznameya xwe de ku ji doza min a li Dadgeha Îstînaf a Atînayê re şandibû, wiha gotibû: ‘Xweda Zeûs û alîkara wî Xwedawend Athena, bi destdana hev a Hades û Ares , Prometheus li zinarên Kafkasyayê li zincîrê xistin û neviyên wan ên mirov jî ez mîna wî li zinarên Girava Îmraliyê zincîr kirim.’ Wer tê fêhmkirin ku ev nirxandin û şîroveya min jî hinekî kêm e.

Ji vê analîza min baş tê fêhmkirin ku xwedayekî rastî ez zincîr kirim. Ev çêlika piçûk a xwedê, di dehlîzên dîrokê de bi dizî hêdî hêdî mezin bû, dewlemend bû û bû xwedî pere, bi serdema kapîtalîzmê re jî derket ser rûyê erdê. Xwe wisa da qebûlkirin, bi tevahî xwedayên serdemên berê ji naverastê rabûn, tinebûn. Qral bi erdê re hatin kaşkirin û serê wan hatin jêkirin. Ji her demê zêdetir xwîn rijiya û mêtinkariyeke heta bi mûyê serê mirov hat ferzkirin. Ser û binê erdê qirêj kirin, giş tevlîhev kirin. Bi rastî mirov û li derveyî wî, bêhejmar ruhber tine kirin.

Xwedabûna pere, diyaredeyeke welê ye ku ji rastiya xwe xeternaktir e. Eger bi van rêzên nivîsê min karîbûya ev sîstem xwe dispêriyê û li pey xwe dibe hinekî bînim ziman, ew diyardeya jê re bextewarî tê gotin belkî jî xelatek e ku bi tenê para min ketiye. Spînoza gotibû: ‘Mane azadî ye.’ Ez jî bawer dikim ku li derveyî vê, azadî nîne. Bi qasî fêhmkirinê azadbûn, ji bo jiyanê hêza min e. Xwedayê herî mezin ê serdema fînansê, tevî alîkar û xasûkên xwe hemûyan, ez bi zinarên Îmraliyê ve girêdam. Di berdêla vê de wê li serê çiyayên Zagros û Torosan, cihên ku textê tevahiya xweda û xwedawendên dîrokê bû, kesên ku meşaleya azadiyê ya ku êdî wê hîç venemire lê vêxistî, bibînin.

Apollon xwedayê parastin û rohniyê bû. Hinekî kêfa min jê re tê. Dionysos xwedayê eşq, gewzî û şerabê ye. Kêfa min hinekî ji çanda wî re jî tê. Ev herdu sûretên xwedayên kevin ên bi koka Zagros-Toros in ku derbasî Anatolyayê bûne. Eşkere ye ku nasnameya gelan a ji hezarê salan tê îfade dikin. Rohnî û gewzî îfadeyên herî xweş ên jiyanê ne. Du xwedayên qedîm ên herêma me Gudea û Ellah jî ez li ser wan diponijim û hewl didim ji hev derxim.

Ez dixwazim hîn bibim ka çima gelên me li hemberî Ellahpere bê rohnî û parastin û di nav êş û xwînê de hiştine û bi vê rewşê razî bûne. Ez gelekî kêfxweş im ku weke gedeyekî bengî yê herêmê, min gelên me ji bextê xwedayê pereyan ê kor, hîlekar û qelpezan re neterikandine. Ez timî bawer dikim ku dostên min û civaka pêk tînin wê bi min re heta hetayê bextewar bimînin.