Partiya Komunîst a Fransayê têkilî grevên birçîbûnê daxuyanî da, ji hikûmeta Fransayê û YE’yê xwest ku bi lezgînî tevbigerin û diyar kir, beriya ku kesek bimire, dawî li tecrîdê were.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku li Strasboûrgê 14 çalakger ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev nêzî 50 roj in di greva birçîbûnê de ne, tecrîd binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin gelek senato, wekîl û hilbijartiyên xwecih, parlamenterên partiya çepgr jî destek didin greva birçîbûnê.

Di daxuyaniyê de hate gotin yek ji çalakgerê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Yuksel Koç ji ber ku rewşa wî giran bûye piştî nîvro rakirine nexweşxanê û hate goitn, grevên birçîbûnê, parçeyek ji tevgera berxwedanê ya berfireh e ku di nav de Leyla Guven û ji 300’î zêdetir girtî hene.

Di daxuyaniyê de desteka li grevên birçîbûnê yên li Tirkiyê, Kurdistanê û Strasboûrgê hate nîşandan û hate gotin, ”PCF bang li hikûmeta Fransa û ototerîteyên Yekîtiya Ewropayê dike, ji bo ku hurmet ji hiqûqa navnetewî re were girtin û ji bo ku dramên mirovî çênebin, bi Enqerê re têkiliyek were danîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke girîng a aştiye ne û PCF bi her şertî wê li gel gelê Kurd be.