Meşa dirêj a ji bo piştgiriya ji berxwedêrên greva birçîbûnê li bajarê Anvers ê Belçîkayê dest pê kir, du roj li pey xwe hişt.

Meşa dirêj a Kurdistaniyên li Belçîkayê ku wê 3 rojan dewam bike, roja duyemîn jî li pey xwe hişt.

Meşvan wê îro danê êvarê bigihêjin paytexta Belçîka Brukselê û piştre mîtîngekê li dar bixin.

Gelê Belçîkayê piştgiriyê dide çalakvanan. Meş dewam dike.