Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 7ê Mijdarê de, dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.

Berxwedana mezin a Leyla Guven, di roja 90’mîn de dewam dike û rewşa wê gelekî giran bûye.

Li Başûrê Kurdistan bajarê Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 77 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.

Pêr Rewşa Nasir Yagiz xerab bûye, bê hal bûye û gelek kîlo winda kirine

Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 14 çalakgeran, di roja 51’mîn de dewam dike. Rewşa gelek çalakgeran giran bûye û teva gelek kilo winda kirine.

Îlhan Şîş, li Brîtanya bajarê Newportê, çalekiya greva birçîbûnê, di roja 51’mîn de didomîne.

Li Silêmaniyê 53, li Mexmurê 52 roj, li Şingalê 31 roj in, grevên birçîbûnê dewam dikin.

Li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî, biqasî 700 girtîyên azadîyê, ji wan jî bi sedan dîlên azadiyê di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Greva birçîbûna bi sedan dîlên azadiyê 52 roj in dewam dike, û her roja diçe hejmara çalakgeran jî zêde dibe.

Ji Girtîgeha Kandira, Hevaseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak jî, 22 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Yusuf Iba, li Kanada bajarê Toronto 24 roj in di nava berxwedanê de ye.

Li bajarê Elmanya Duisburg Mustafa Tuzak 23 roj in, Huseyin Yildiz li Hollanda bajarê Den Haggê 17, Hasbî Çakici 16, Fadile Tok li Başûrê Kurdistan Mexmurê 16, Şiyar Xelîl li bajarê Almanya Nûrbergê 10, Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît li paytexta Avûstûrya Vienê 5, Omer Bagdûr û Cemal Kobanê, li Kasselê 2 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Herî dawî li
Li Girtîgeha Izmir Kririklar Erdal Polat, Sami Ozturk û Abdullah Oral, ji 17ê Çile ve, li girtîgeha Gumuşhane, Huseyin Bingol, Hamza Arzuman, Reşit İlhan, İmdat Bingol, Halil Oztek, ji 27 Çile ve, li Girtîgeha Tekîrdagê jî, Ramazan Ozlu û Welat Duman, ji 28ê Çile ve dest bi greva birçîbûna bê dem û bê dorveger kirine.