Rojnameyên erebî yên îro, behsa Sûriyê, Iraq, Venezuela, Sûdan, Yemen û hin mijarên din kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN
El-Heyat: YE dixwaze li Sûriyê çareseriyeke navdewletî çêbe
Di mijara Sûriyê de rojnameya El-Heyat der barê civîna wezîrên karên derve yên dewletên erebî û ewropî de wiha nivîsand: “Erebistana Sûdî diyar kir ku ew dixwaze li Sûriyê alozî bi awayekî ku serxwebûn û yekitiya welat biparêze, çêbe û her wiha hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin. Yekitiya Ewropayê (YE) jî di civîna wezîrên karên derve yên YE`yê û welatên Yekitiya Ereban a li Brukselê de, diyar kir ku heta çareseriyeke navdewletî pêk neyê, dê lihevhatin bi Sûriyê re çênebe.
Wezîrê karên derve yê Siûdiyê Adil El-Cibêr wiha got: “Em dixwzin li Sûriyê alozî bi awayekî ku serxwebûn û yekitiya welat biparêze, çêbe. Her wiha hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin, her wiha em bi birayên erebî re ne ji bo pêkanîna biryara 2254’an a şêwirê…”
Di civîneke çapemeniyê de sekreterê Yekitiya Ereban Ehmed Ebû El-Xêt diyar kir ku ji bo vegera Sûriyê di nava yekitiyê de pêwîst e hemû endam li hev bikin lê heta niha hin nerazîbûn hene.
El-Şerq El-Ewset: Pêşniyara bicihkirina 10 hezar çekdarên Kurd û Ereb li rojhilatê Sûriyê
Der barê planên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rojnameya El-Şerq El-Ewset li ser zimanên çavkaniyên diplomatîk wiha nivîsî: “Serokê şepêla “Elxed” a Sûrî Ehmed El Cerba duh ji rayedarên Amerîkî û Tirkan û serokê herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî re pêşniyar kir ku nêzî 10 hezar çekdarên Kurd û Ereb li herêma ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike.
Li aliyekî din fermandarên Yekîneyên Parastina Gel nerazîbûnên xwe li hember vê biryarê nîşan da û hevdîtinên xwe bi Şamê û Moskovê re dewam dikin. Rûsya jî der barê mijarê de peymanê Edeneyê pêşniyar dike”.
El-Ereb: El-Esed dijminê ku dibe Erdogan bispêre wî
Di mijara lihevhatina Erdogan bi rejîma Sûriyê re rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo vegera têkiliyên bi hemûîşeyê xwe Beşar El-Esed re derî vekirî hiştiye û hemû şens û bijartekên vê dosyayê vekirî dihêle, ji ber ku ew ditirse li dijî El-Esed bi tenê bimîne, piştî ku gelek dewletên Ereban deriyê lihevhatina bi Şamê re vekirin û hin hêzan êdî mayina serokê Sûriyê pejirand.”
Hevalbendên Washingtonê di wê tirsê de ne ku piştî vekişîna Amerîkayê, Tirkiyê êrîşî hêzên Sûriya Demokratîk a di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel de bike û li dijî pêkhateyeke serke a Sûriyê anku Kurdan, komkujiyan pêk bîne û rê veke ku Tirkiye zêdetir bikeve herêmê.
Dîplomat dibêjin ku pir nakokî di navbera hêzên rojavayî û Rûsyayê de hene jî lê dîsa jî hemû alî der barê pêşîlêgirtina firehbûna desthilatdariya Tirkiyê di Sûriyê de û êrîşkirina Kurdan de xwediyê yek nêrînê ne.”
El-Şerq El-Ewset: “Eyin El-Esed” îraqê Iraqê tevlihev dike
Di mijara Iraqê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha got: “Daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ên der barê mayîna baregeha “Eyin El-Esed” ku li parêzgeha El-Enbar ya Iraqê ye, dîmena siyasetê li Iraqê tevlihev kir.
Serokê parlemana Iraqê Mihemed El-Helbûsî di daxuyaniyekê de wiha got: “Ji bo şerê li dijî terorê û piştgiriya hikûmetê, pêdiviya Iraqê hîna jî bi alîkariya navdewletî heye”. Ev helwesta El-Helbûsî li dijî nêrîna piraniya hêzên nêzî Îranê ye ku li dijî hebûna Amarîkayê li Iraqê ne.
Serokkomar Berhem Salih jî der barê daxuyaniyên Trump de ji Wahsingtonê agahî xwestin û wiha got: “Serokê Amerîkayê ji bo mayîna hêzên Amrîkayê ji bo çavdêriya Îranê, destûr ji me nexwestiye. Em li bendê ne ku Washington der barê hejmar û erkên hêzên xwe de agahiyan bide.”
El-Heyat: Hûsî pêşniyarên Cammaert napejirînin… Li Ûmanê bi beşdariya Griffiths civîn
Di mijara Yemenê de rojnameya El-Heyat nivîsî: “Piştî civîna duyemîn ya komîteya koordînekirinê ya pêkanîna peymana Stockholmê, milîsên Hûsiyan qebûl nekir ku hêzên xwe ji benderan vekişînin.”
Rojnameyê wiha dewam kir: “Çavkaniyên ji nava komîteyê diyar kir ku nûnerên hikûmetê pêşniyara Patrick Cammaert a vekişîna hêzên he du aliyan pejirandin, bi şertê ku dosyayên rêveberiya ewlehî û herêmî jî di anva dosyayên lihevhatinê de bin. Serokê hikûmeta Yemenê Muîn Ebdilmelik duh got ku hewldanên milîsên Hûsî yên têkbirina peymana Swêdê, diyar dike ku ew wekî her carê ne cidî ne û naxwazin werin aştiyê û guh bidin viyana gel an jî biryarên navdewletî pêk bînin.”
El-Şerq El-Ewset: Ewropa Juan Guaido nas dike, Rûsya şermezar dike
Di mijara Venezuelayê de El-Şerq El-Ewset ev tişt nivîsî: “Piştî ku serokê Venezuelayê Nicolas Maduro neperjirand ku di nava dema ku dewletên Ewropayê destnîşan kiribû de hilbijartinên serokatiyê çêke, 14 dewletên Yekitiya Ewropayê duh bi awayekî fermî lîderê opozîsyonê Juan Guaido wek serokê welêt nas kir.”
Rûsyayê ku yek ji hevalbendên Maduro ye, helwesta dewletên Ewropayê şermezar kir, berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov wiha got: “Em hewldanên rewakirina desthilata dagirker mîna dewstwerdana karûbarên hundirîn ên venezuelayê dibînin”.
El-Heyat: Kongreyeke navdewletî der barê terora bi piştgiriya Îranê li dijî Ewropayê de hişyarî kir
Di mijara Îranê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: “Yekitiya Ewropayê fikarên xwe der barê moşekên balîstîk de ku Îran wan diceribîne, fikarên xwe anîn ziman, YE`yê ji Îranê xwest ku van karên ewlehî û aramiya herêmê xirab dike, berde.
YE`yê di daxuyaniyeke hevbeş a der barê Îranê de duh wiha got: “Îran ji bo dûrçûna moşekên xwe hewldanan dewam dike, her wiha ceribandina moşekan zêde kiriye. Ev kiryar tevliheviyê çêdike û aramiya herêmê xerab dike.”
El-Şerq El-Ewset: Li Xertûm û Umderman xwepêşandan dîsa nû bûn
Di mijara Sûdanê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: “Dîsa li Xertûm û Umdermanê xwepêşandanên li dijî hikûmetê nû bûn, polîsan jî bi bombeyên gazî bersiv da. Ajansa France Press li ser zimanê hin şahidan got ku xwepêşandêr li du taxên paytextê û li bajarê Umdermanê daketin meydanan, hêzên ewlehiyê jî bi lez destwerdan kirin û xwepêşandan belav kirin û bombeyên gazê li dijî xwepêşanderan bi kar anîn. Li gorî şahidan xwepêşanderan dirûşmên mîna “Azadî, aştî û edalet” berz kirin.”
(kn)