Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump ku wê hêzên xwe bişîne Venezuelayê, wek dînîtiyekê bi nav kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro got gotina Trump ku dê hêzên xwe bişîne welatê wî, dînîtiyek e.

Her wiha Maduro got axaftinên Trump ne rewa ne û sûc in, her wiha helwesta rastgiran a dijber li Venezuelayê ku hêvî dike ku hêzên biyanî welatê wan dagir bikin, şermezar kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya niha teqez kiribû ku şandina hêzên wî li Venezuelayê yek ji pêşniyaran e.

Her wiha Maduro diyar kir ku amadekariyên Trump ku wê hêzên xwe bişîne welatê wî, ji bo petrol û xêr û bêrên Venezuelayê ye.

Her wiha Maduro teqez kir ku Venezuela amade ye ji êrîşên leşkerî re û got şer li Venezuelayê çênabe.

(bx)