Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyyup Dorû got, Ewropayê li dijî dewleta Tirk biryarên ji aliyê siyasî ve werin girtin hemû girtine, lê ji aliyê bicihanînê ve pirsgirêk heye.
Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Eyyup Dorû li ser karên xwe yên dîplomasiyê ji ANF’ê re axivî. Dorû diyar kir, rojeva sereke ya karê wan, grevên birçîbûnê û hilbijartin e.
MPKE’YÊ BIRYAREKE CIDÎ DA, LI PARLAMENTA EWROPAYÊ RAPORA LI SER TIRKIYEYÊ TÊ NIRXANDIN
Dorû anî ziman, wan li Konseya Ewropayê rewşa giştî ya Tirkiyyeê, grevên birçîbûnê, rewşa Leyla Guven, rewşa wekîlên wan ên girtî, mijara bicihneanîna daxwazên di raporên berê yên CPT de li ser tecrîdê hatibûn kirin, xistin rojevê.
Eyyup Dorû got, “Ev mijar hemû hem li Parlamenta Ewropayê hem jî li Konseya Ewropayê di hevdîtinan de bi berfirehî hatin nirxandin. Nîqaş li ser wê hate kirin ku gavên berbiçav werin avêtin. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) biryareke cidî da. Helwesta xwe bi zelalî nîşan da. Li Parlamenta Ewropayê jî rapora Katî Pîrî ya li ser Tirkiyeyê roja Duşemê li komîsyona têkiliyên derve ji nîqaşê re vebû.”
LI DIJÎ TECRÎDÊ LI PARLAMENTA EWROPAYÊ HEWLDANÊN JI BO AVAKIRINA HEYETEKÊ
Dorû ragihand, ew hewl didin li Parlamenta Ewropayê der barê tecrîdê de heyetekê bi rêxistin bikin û bişînin Îmraliyê.
Li ser vê mijarê Dorû got, “Karê me yê sereke şandina heyeteke fermî ye. Me nameyeke Leyla Guven hem ji Serokê Parlamenta Ewropayê hem jî ji serokên koman hemûyan re şand. Bi fermî nebe jî, em hewl didin heyeteke ji koman pêk tê li dijî tecrîdê bişînin welêt.”
Dorû li gel hewldanên xwe yên ji bo derxistina navê PKK’ê ji nava lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ li ser hevdîtinên xwe yên li nava saziyên Yekîtiya Ewropayê bi dewamî wiha axivî:
LI EWROPAYÊ BIRYARÊN PÊWÎST HEMÛ HATIN GIRTIN, DOR HATIYE BICIHANÎNÊ!
“Em li nava Yekîtiya Ewropayê bi rayedarên partiyan, serokên partiyan, serokên koman û wezîrên Yekîtiya Ewropayê re timî hevdîtinan dikin. Beriya niha bi demeke kin em bi Wezîra Yekîtiya Ewropayê ya ji Berfirehbûnê Berpirsyar Mogherînî re rûniştin û me jê re got: Êdî dema ku hûn bi Tirkiyeyê re axivîn, bi rengekî girtî ya jî neyekser neaxivin; bi rengekî vekirî jê bixwazin ku girtiyên siyasî berdin. Parlamenter û hevşaredar jî di nava van de hene. Bi rastî jî ev yek bi rengekî vekirî ji Tirkiyeyê xwestin. Ev yek bêguman bû sedema krîzê… Em dikarin vê bêjim: Li Parlamenta Ewropayê, li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê biryarên ji aliyê siyasî ve der barê Tirkiyeyê de werin girtin, hemû hatin girtin. Hevdîtinên Tirkiyeyê yên Yekîtiya Ewropayê hatin betalkirin. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Tirkiye xist pêvajoya şopandin û çavdêriyê. OSCE’yê ragihand ku hilbijartinên bihurî bi rengekî antî-demokratîk pêk hatiye. Komîsyona Venedîkê diyar kir, Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê demokratîk nîne û divê ji nû ve bê nirxandin. Dema ku mirov bala xwe bidin ser qada navneteweyî, wê were dîtin ku biryarên di fermiyetê de werin girtin hemû hatine girtin. Lê di bicihanîna biryaran de pirsgirêk heye. Bicihanîna wan jî berpirsyariya hikumetan e. Biryara Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê gelekî girîng e. Di biryarê de wiha tê gotin: Eger Tirkiye li gorî biryarê tevnegere, divê biçe Komîteya Wezîran û komîte wê der barê Tirkiyeyê de biryarekê bide. Komîteya wezîran komîteyeke ku ji wezîrên karên derve yên 47 endaman pêk tê. Di vir de xitimiye. Her kes li gorî berjewendiyên welatê xwe tevdigerin. Ev yek ji bo yekîtiya Ewropayê jî derbas dibe.”
TECRÎD BINPÊKIRINA PEYMANAN HEMÛYAN E
Dorû anî ziman, heman nêzîkatî di mijara tecrîdê de jî tê kirin û got, “Mijara ku em rexne dikin jî ev e. Eger zexteke giran bê kirin, Tirkiye wê neçar bimîne ku li gorî pîvanên hiquqa gerdûnî tevbigere. Tecrîd yek ji van e. Tecrîd binpêkirina peymanên hiqûqa navneteweyî hemûyan e. Qanûnên Tirkiyeyê jî qanûnên Neteweyên Yekbûyî binpê dikin. Li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û biryarên Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ye. Binpêkirina krîterên demokrasiyê ye. Tevî vê yekê jî pêkanîn li dijî Tirkiyeyê nîne. Tenê di asta teorîk de dimîne.”
‘JI BO HILBIJARTINÊN XWECIHÎ, EM HEWL DIDIN HEYETAN AMADE BIKIN’
Li ser karên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê jî Eyyup Dorû got, “Me vexwendîname şand ji partiyan, hikumetan û OSCE re. Em hewl didin heyetên çavdêriyê ava bikin û bişînin herêmê.” Dorû anî ziman, heta niha ji gelek saziyan bersiv ji wan re hatiye û got, “Em dixwazin heyetan bişînin bajarên Kurdan hemûyan.”