Çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê cihê xwe diguherînin. Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 17’ê Kanûnê destpêkirî, bi serdanên piştgiriyê didome.
Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a bêdawî-bêdorveger a li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê di roja 52’an de bi serdanên piştgiriyê didomin.
Çalakî heta niha li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya li Strasboûrgê bû, ji sibê û pêvê wê li navnîşana 273, Avenue de Colmar 67100 Strasboûrg li lokaleke din bidome.
SAYAN Û YILMAZ PIŞTGIRÎ DAN
Îro Hevserokê Partiya Jinûve Rizgarî ya Sosyalîst (SYKP) Tûncay Yilmaz û nivîksarê Tirk Mahîr Sayan û bi dehan kes serdana çalakgeran kirin.
Mahîr Sayan di serdanê de axivî û got; “Heta niha tu encam nehatiye girtin lê berxwedana greva birçîbûnê ji destpêkê ve ser ketiye. Hikûmeta Tirk li Rojhilata Navîn tengav bûye û di demeke wiha de li dijî grevên birçîbûnê ketiye nava fikaran. Leyla Guven di roja 79’an de hate berdan û hikûmet neçar ma Mehmet Ocalan bişîne gel Îmraliyê.”
Bi dehan Kurdistaniyên li bajarên cuda yên Ewropayê dijîn jî tevahiya rojê serdana çalakgeran kirin û li aliyê din nûnerên saziyên Kurd jî serdana çalakgeran kirin.
ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI NAVNÎŞANA NÛ WÊ BIDOME
Greva birçîbûnê ku ji destpêkê ve li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Strasboûrgê bû ji sibê û pêve wê li navnîşana 273, Avenue de Colmar 67100 Strasboûrgli lokaleke din bidome. Ji ber lokala NCDK’ê ne mezin bû û ji bo rewşa çalakgeran ne guncav bû guhertineke wiha hate kirin.





