Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 7’ê Sibatê 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….
&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 92 emîn.
&- Walîtiya Tirk ya li Amedê, qedexeya derketina derve ya li 11 gund û gundikên girêdayî navçeyên Licê û Hênê rakirin.
&- Parlementerên HDP’ê, bi dowîzên Leyla Guven çûne parlamentoyê.
&- Dayika girtiyê bi navê Weysel Guler, Hayat Guler, bang li raya giştî ya Tirkiyê û Kudistanê kir ku peyama girtiyên di berxwedana greva birçîbûnê de baş fêm bikin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan bikevin nava tevgerê.
&- Jinên endamê Meclîsa Îştarê, ku ji aliyê PDK ‘ê ve, ji Hewlêrê hatin dersinorkirin daxuyaniyek dan.
&-Balafirên şer a Dewlet Tirk a dagirker carekî din, li Başûrê Kurdistanê, gundên Bradosta bomberdûman kirin.
&- Keştiyeke deryayê ya Rêxistina Elmanî navê keştiya xwe kir “Alan Kurdî”.
&- Çalakiya nobeta Şingaliyan ya ji bo vekirina korîdora mirovî, di navbera Şingal û Rojava de, di roja 14mîn de dewam dike.