Asya Abdullah di mîtînga Kongreya Star a Kobanê de axivî û diyar kir ku dê bi rihê jinên berxwedêr ên wekî Avesta û Arînan û bi îradeya Leyla Guvenan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û  heta bigihîjin armanca xwe, dê li ser pêyan bin.

KOBANÊ

Îro bi hezaran jinên herêma Firatê di seatên sibehê de, ber bi Baxçeyê 19’ê Tîrmehê ve herikîn da ku Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin.

Mîtîngê bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star bi zimanê kurdî û erebî hat xwendin.

Piştî daxuyaniyê endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah axivî û wiha got: “Em berxwedana jinan bi taybet jî ya Leyla Guven ku ev 92 roj e di greva birçîbûnê de ye, silav dikin.  Ev 20 sal e ku gelê me ji bo azadiya rêber Apo li ber xwe dide û heta ku negihîjin armaca xwe, wê li ser pêyan bin û li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.”

Asya Abdullah di berdewama axaftina xwe de wiha pê de çû: “Divê em wek jinên Rojavayê Kurdistanê li rexma hemû siyasetên dij bi jinan, têkoşîna xwe xurt bikin. Li hemberî van siyasetên qirêjî projeya neteweya demokratîk xurt bikin.”

Asya Abdullah di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana jinan a di girtîgehan de û wiha got: “Divê em piştgiriya wan bikin, jinên wekî hevala Leyla Guven û hevalên xwe berxwedana xwe bi israr didomînin. Di salvegera 20’emîn a komploya li dijî rêber Apo de wê berxwedana jinan di xeta şehîdên wekî Avesta, Arîn û Barînan de têkoşîn bi ser bikeve.”

Piştî axaftinê jinên çalakger berê xwe da Qada Jina Azad û meşiyan. Li wir meş bi dirûşmeyên berxwedana jinan bi dawî bû.