Serdana çalakgerên grevên birçîbûnê Şivan Agaoglu û Sultan Yîgît a li Viyanayê didome.
Li paytexta Evûstûrya Viyanayê serdana li greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Nûnerên saziyên endamên Yekîtiya Hêzên Demokratîk serdana Şivan Agaoglu û Sultan Yîgît ku ev 7 roj in di greva birçîbûnê de ne, kirin.
‘ÇALAKIYÊN JI BO HEVGIRTINÊ DIVÊ BIDOMIN’
Li ser navê saziyan daxuyaniya hevpar hate dayin, hate gotin tecrîd li dijî mirovahiyê sûc e û li dijî van berxwedanên ku didomin pir girîng in. Di daxuyaniyê de hate gotin divê çalakiyên xwedîderkertina çalakiya grevên birçîbûnê bidomin.
Agaoglu û Yîgît malavayî li kes û saziyên çûyî serdanê kirin û gotin çalakiya wan heta ku tecrîd were şikandin wê bidom