Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Qamişlo Rojhilat kongreya xwe ya yekemîn lidar xist û meclisa nû hilbijart.

QAMIŞLO

Bi dirûşmeya “Bi vîn û rêxistinbûyînê em Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke demokratîk û ne navendî ava bikin” Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Qamişlo Rojhilat kongreya xwe ya yekemîn li Hola Seyran lidar xist.

Cihê kongreyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD û pankartên bi nivîsên “Bi berxwedanê em ê destkeftiyên xwe biparêzin û şoreşa xwe misoger bikin” hatibû xemilandin.

Kongre bi beşdarbûna 400 delegeyên navçeyê, mêvan ji nûnertên partiyên siyasî, şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ku ji Serokê Meclisa Rêveber Ebdulkerîm Saroxan û cîgirê wê Hisên Ezam, Hevserokê Yekîtiya Oldarên Misilman a herêma Cizîrê Mele Mihemed Xerzanî pêk dihat, hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtina bîranîna şehîdan, Hevseroka PYD‘ê Eyşe Hiso bi xêrhatina mêvanan kir û got, kombûna hemû pêkhateyan li vî cihî hevgirtin û kombûna li derdora sîstema Netewa Demokratîk diyar dike.

Eyşe Hiso destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê yekîtiya gelan û ewlehiya herêmê qebûl nake, ji destpêka aloziya Sûriyê destwerdanê dike, nakokiyan derdixe da ku jê sûdê bigire.

Hevseroka PYD‘ê diyar kir, bêyî diyalogên navxweyî çareserkirina aloziyê ne mumkin e, divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşek ji diyalogan be, nabe ku aliyên niştimanî ji danûstandinan bêne dûrxistin.

Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de got: “Partiya me bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Hêzên dijber demokratîkbûyîn û hevgirtina gelan dike hedef. Partiya ku îradeya gelê Sûriyê dike hedef PYD‘ê, lidarxistina kongreyê di vê pêvajoyê de serkeftineke mezin e.”

Di kongreyê de Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Masûm Hesen û Rêvebera Kongreya Star Hediya Ebdo axivîn, lidarxistina kongrê pîroz kirin û hêviya serkeftinê ji partiyê xwe xwestin.

Paşê peyamên pîrozbahiya kongre hatin xwendin. Ji bo rêveberina kongrê endamên dawînê ji 5 kesan hatin hilbijartin.

Her wiha rapora siyasî û rêxistinî ya partiyê ya navçeya Qamişlo Rojhilat hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve nirxandin hatin kirin.

Di dawiya kongrê de dengdan pêk hat, bi piraniya denagn 12 endam wekî rêveberên meclisa nû hatin hilbijartin. Rêveberên nû sûnd xwarin ku dê li gorî rêziknameya partiyê kar bimeşînin û xizmeta gel bikin.

ANHA