Delagasyona Aştiyê ya Navnetewî ya Imraliyê ku ji welatên cuda ji neh akademîsyen û aktîvîstan pêk tê, di navbera 11-16’ê Sibatê de biçe Kurdistan û Tirkiyê. Şande ji bo hevdîtin bi Ocalan re pêk bîne, wê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê bide.
Delagasyona Aştiyê ya Navnetewî ya Imraliyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di navbera 11-16’ê Sibatê de wê biçe Kurdistan û Tirkiyê û hinek hevdîtinan pêk bîne.
Şande ji dîrokzanê Izlandî Ogmundur Jonasson, sendîkavanê Ingilîz Manuel Cortes, aborîzanê Arjantînî û çalakgerê mafê mirovan Beveryl Ann Keene, hiqûqnasê Ingilîz Paul Scoheley, aktrîsê Ingilîz Maxîne Peak, xwedekarê felsefeyê yê DYE’yî Connor Hayes, sendîkavanê Ingilîz Tony Burke, nivîskarê Ingilîz John Hunt û hunermendên wêneyan û dergehêner ê Ingilîz Jonathan Spaull pêk tê.
Şande ji bo li Imraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk bîne, wê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê bide. Şande wê di 12’ê Sibatê de jî hevdîtinek li gel hevseroka HDP’ê Perwîn Buldan pêk bîne û di heman rojê de wê li navenda HDP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar bide. Têgotin ku wê şande heman rojê bi Komeleya Mafê Mirovan re, Weqa Mafê Mirovan a Tirkiyê re û Sendîkayâ Kedkarên Kamûyê re jî bicive.
Şande 13’ê Sibatê wê derbasî Amedê bibe, heke şert guncav bibin wê Leyla Guven, ku hê jî di greva birçîbûnê de ye bibîne. Şande wê nûnerên rêxistinên civaka sivîl a Amedê jî bibîne.
Şande 14’ê Sibatê wê nûnerên KCD’ê, nûnerên DBP’ê û Dayikên Aştiyê bibîne.
Piştre jî şande wêderbasî Stenbolê bibe û bi parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê re rûne.
Du endamên şandeyê Ogmundur û Connor beriya hevdîtinên li Enqerê wê serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê ya Fransayê bikin.
(bz)