Tevî biryara hilweşîna dozê ya dadgeha temîzê, 7 sal û 6 meh ceza dan Parlamentera berê ya HDP’ê ya Mêrdinê Gulser Yildirim.

7 sal û 6 meh cezayê Yildirim ji aliyê Dadgeha Edliyeya Herêma Dîlokê hatibû betal kirin. Piştî vê biryarê rûniştina 4’an a dozê li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdinê pêk aht.

Parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Dersim Dag û Ayşe Acar Başaran jî di nav de xizmên Yildirim, nûnerên rêxistina HDP’ê yên Merdîn û navçeyên wê beşdarî dozê bûn. Hate diyar kirin ku Yildirim ji ber “pirsgirêkên tenduristiyê” rêwitiya bi wesayîta rîngê qebûl ne kiriye.

Parêzerên Gulser Yildirim Erdal Kûzû û Azad Yildirim parastina Yildirim kirin û biryara dadgeha temîzê bibîrxistin.

Parêzer Gulistan Dûran jî diyar kir ku Yildirim ji ber hincetên polîtîk girtiye û got; “Muwekîl zêdetirî 2 sal e girtiye. Ev ne bi pîvan û rêje ye. Ji ber girtinên dem dirêj çend caran DMME Tirkiye mehkum kiriye. Ji ber wê jî em li bendê ne biryara DMME pêk were.”

Piştî axaftinên parêzeran heyeta dadgehê biryara xwe da û diyar kir ku heman biryara berê ya 7 sal û 6 meh ceza li Yildirim birî. Dadgehê biryara berdewamiya girtinê da.