Welatiyên Germiyan xwestin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li Başûrê Kurdistanê serhildanekî tevahî çêbibe.


Şêniyên herêma Germiyan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji Rojnews re axivîn.

Welatiyê bi navê Ejîn Kerîm: Niha wisa pêwîst dike ku gel helwest nîşan bide ku artêşa Tirk ji vir bê derxistin û pêşî li dagirkeriyê bê girtin da ku hîn zêdetir ev welat neyê dagirkirin. Kurd li kuderê hebin dewleta Tirk dijbertiya wan dike. Ez daxwazê ji welatiyên Başûrê Kurdistanê dikim ku êdî em hemû bihevre li hemberî van êrîş û dagirkeriyan bêdeng nemînin û divê helwestek me ya cidî hebe.

Rojnameger Huner Elî: Êrîşên dewleta Tirk bandorekî nerênî li ser jiyana welatiyên li van deveran dike. Ji ber ku welatiyên li van devaran debara xwe li ser çandinî û lawirvaniyê dikin. Ji ber êrîşan neçar mane dest ji karê xwe berdin, ev yek jî dibe sedem ku ziyanek mezin bigihîje wan welatiyan. Erka dikeve ser milê me welatiyên Kurd ewe ku em bihevre li dijî van dagirkeriyên Tirkiyeyê rabin û rê nedin di nav xaka me de bimînin.

Welatiyê bi navê Mihemed Mukerem: Pêwîstiya Başûr bi serhildanekî tevahî heye da ku gel bikare beşdarî lidijderketina dewleta Tirk bibin. Pêwîste êdî gelê Kurd ji vê zêdetir qebûl neke ku welatê wan bikeve dibin destê dijminan. Em ji wê yekê piştrast bûne ku hikûmeta me û hizbên me yên desthilatdar dostên Tirkiyeyê ne.

Naxwazin li gel Tirkiyeyê peywendiyên wan xirab bibin. Ji ber vê yekê pêwîste em wekî welatiyên Kurd vê bindestiyê qebûl nekin.

(şk)