Endama Meclisa Jin a PYD’ê Kelsûm Elî destnîşan kir ku bila dewleta Tirk baş bizane ku ew gavan paşde navêjin, berxwedana wan berdewam e û wiha got: “Wê gel bi berxwedanê bigihêje azadiyê.”
KELSÛMA ELÎ / QAMIŞLO
Berxwedana grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi pêşengtiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven destpêkir didome.
Endama Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Kelsûm Elî grevên birçîbûnê bi berxwedaneke pîroz bi nav kir.
Kelsûm Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, di heman demê de gefên êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, dixwazin bi vê yekê gel ji firkrê azad û vîna berxwedêr dur bixe.
Kelsûm Elî destnîşan kir ku siyaseta dagirkeriya Tirkiyê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dike hedef û wiha pê de çû: “Gelê Rojava serkeftin bi dest xist, rêveberiya xwe damezirandin û netewa demokratîk di nava hemû pêkhateyan de pêşxistin, ji ber vê yekê Tirkiyê siyaseta xwe ya girankirina tecrîda li ser Ocalan zêdetir kir.”
Kelsûm got:”Çalakiya Leyla Guven ji bo têkbirina planên dagirkeriya Tirkiyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.”
Berxwedana girtîgehan di kesayeta çalakgerên greva birçîbûnê berdewam e
Kelsûm Elî bal kişand ku berxwedana girtîgehan di kesayeta çalakgerên greva birçîbûnê berdewam e û wiha pê de çû: “Tirkiyê di salên 80‘î de, di çarçoveya planên xwe yên faşîst li ser gelê gelê Kurd de gelek têkoşerên azadîxwaz binçav kirin, lê dengê azadî, berxwedan û têkoşînê bilindtir bû. Berxwedana girtîgehan îro di kesayeta çalakgerên greva birçîbûnê de berdewam e, greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû çalakgeran îsbata vê yekê ne.”
Civak azadiya xwe di fkrê Ocalan de dibîne
Kelsûm diyar kir, greva birçîbûnê ya Leyla Guven bû dengê vîna jinan û gelê Kurd û wiha pê de çû: “Bila dewleta Tirk baş bizane ku em gavan paşde navêjin, berxwedana me berdewam e.”
Kelsûm Elî destnîşan kir ku Tirkiyê nikare vîna gel a azadiya Ocalan bişkîne û got: “Wekî çawa şehîd Zîlan ji bo şikandina komploya li ser Rêbertî di nava dijmin de çalakiyeke dîrokî pêk anî û bûye nimuneya jina azad, Leyla Guven jî xeta berxwedana wê didomîne, li dijî faşîzma dewleta Tirk li ber xwe dide û teslîmkariyê qebûl nake. Di greva birçîbûnê de ya ku 94 roje didome bi israr dibêje ‘hûn nikarin vîna me ya ji bo azadiya Ocalan bişînin‘. Ev peyam ya her Kurdekî ye.”
Kelsûma derbarê niyeta dewleta Tirk a destûrdayîna ji bo hevdîtina birayê Ocalan, Mihemed Ocalan de wiha got: “Tirkiyê destur da birayê Ocalan hevdîtinê bi Ocalan re pêk bîne, lê ev yek ne ji bo bersivîdayîna berxwedanê ye, ev pêngav ji bo şikandina berxwedanê bû. Lê vê pêngavê berxwedan neşikand. Leyla Guven piştî ku ji girtîgehê derket jî çalakiya xwe didomîne, teqez kir ku armanca wê rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan e.”
Endama Mecilsa PYD‘ê Kelsûm Elî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bidin Leyla Guven ta daxwazên wê pêk werin.
(bb/bm)
ANHA