Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 12’ê Sibatê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çendsernûçeyên me…
&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 97mîn.
&-Dewleta Tirk a dagirkir , li navçeya Licê ya Amedê qedexe ya derve îlan kir û operasyoneke leşkerî da destpêkirin.
&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, ji kovara Lower Class re axivî û got, demokratîkbûna Rojhilatanavîn, azadbûna Kurdistanê ye.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê yek ji çalakiya herî bi rûmet e û got, “Divê gelê me çalakgeran bi tenê nehêle û guh bide wijdanê xwe.”
&- Li gelek paytext û navendên Ewrûpayê û Kanadayê jî Kurdistanî û dostên xwe li qadan bûn.
&- Kurdistanî û dostên xwe ji sê milan ve ber bi Strasbourgê ve dimeşin.
&- KCK, bi peyamekê silav da meşên dirêj ên li Ewrûpayê.
&- Navenda Ragihandina HPGê şehîdên li herêmê Botan û Serhedê yên sala 2018an bi bîr anî.
&- Şaxê ÎHD’ê yê Îzmîrê ragihand ku li girtîgehên li Herêma Egeyê di nava salekê de 332 caran mafên mirovan hatine binpêkirin.
&- Polîsên Elmanyayê girtin ser weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr muzîkê û Wezareta Karê hûndir, saziyên Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr Mûzîkê qedexe kir.
&-Polîsên kontra yên Tirk li Meletiyê 3 û Sêrtê jî 3 endamên HDP’ê binçavkirin.