Meşvanên ku polîsan êrîş biribûn ser wan li NCKD ya Karlsrûheyê têne cem hev.

Meşvanên Mannheîm, Strasboûrgê ku li Karlsruhe ya Elmanyayê polîsan êrîş biribû ser wan, sibehê hê zû li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Karlsrûheyê komî ser hev bûn.

Duh piştî nîvro polîsên Elman dora çalakgeran pêça, êrîş bire ser wan. Di encama êrîşê de hin çalakger bi giranî birîndar bûn.

Çalakger berê sibehê ji bo ku rêveçûna xwe bidomînin li NCKD’yê komî ser hev bûn. Lê polîsan NCKD’yê dorpêç kirine. Li ser NCKD’yê helîkoptêra polîsan tim difire.

Polîsên Elman nahêlin ku nûçegihan dîmen û wêneyan bigirin.