Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser pêşketinên li “herêmên bêçek” û tevgerên Rûsya û Tirkiyê, rûdanên li Iraqê û hin mijarên din.

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Şerq El-Ewset: Li deriyekî sînor teqîn, li herêmên agirbestê pevçûn

Geşedanên li herêmên bêçek ên li Sûriyê di rojeva rojnameyên erebî de bûn. Rojnameya El-Şerq El-El-Ewset têkildarî mijarê wiha got: “Li herêma El-Raîî ya bakurê Helebê nêzî sînorê Tirkiyê teqîneke dijwar çêbû, yekî xwekuj motorsîklêtek li benda kontrolê ya komên girêdayî Tirkiyê teqand. Welatiyên herêmên diyar kir ku duh êvarî li bendeke kontrolê ya nêzî bajarokê Araîî erebeyeke bombekirî teqiya.”

Rojname wiha dewam kir: “Li aliyekî din li herêmên agirbestê yên di bin çavdêriya Rûsya û Tirkiyê de, binpêkirin çêbûn, li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê hêzên rejîmê bi awayekî dijwar herêmên bêçek bombebaran kirin. Hêzên rejîmê bi zêdetirî 130 moşek û guleyan herêm bombebaran kir.”

El-Heyat: Der barê bazara Idlib-Minbicê de di navbera Tirkiye û Rûsyayê de nakokî

Der barê rewşa li Idlibê de rojmaneya El-Heyat ev tişt nivîsandin: “Di nava opozîsyonê de der barê bazara Idlib beramberî Minbicê, nêrînên dijberî hev derketin. Hin alî dibêjin Rûsya û Tirkiye dibe li ser vê bazarê li hev bikin, lê çavkaniyeke ji Artêşa Azad ev tişt derewand.

Rojnameyê li ser zimanê Fatih Hesûn ku yek ji fermandarên çeteyan e, diyar kir ku hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê der barê hebûna rêxistinên terorîst li Idlibê ye û wiha dewam kir: “Rûsya dibêje Tirkiye ji bo pêkanîna hevpeymana Idlibê dereng ma.” Hesûn got her dû alî li ser awayê çareserkirina rewşa Idlibê li hev nakin, Rûsya dixwaze hêzê bi kar bîne, lê Tirkiye diwaze çareyeke ewlehiyê çêbe.

Li aliyekî din endamê Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo got pirsa girîng ew e ev dewlet dê bipejirînin piştî vekişîna Amerîkayê û tevahiya hêzên hevpeymanê ku li rojhilatê Firatê tevliheviyeke mezin çêbe? Dîbo ev hişyarî da: “Çi helwesteke ku Rêveberiya Xweser ku ev 5 sal e ji aliyê pêkhateyên Bakur û Rohilatê Sûriyê ve hatiye avakirin, berçav nebe, tê wateya ku dibe di navbera hêzên li herêmê de şerekî mezin çêbe.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Wekîlê wezîrê parastinê yê Amerîkayê Patrick Shanahan duh gihîşt Bexdadê. Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku armanca serdanê ew e ku teqezî li ser rêzgirtina ji Iraqê re were dayîn û pêşeroja hebûna hêzên Amerîkayê li Iraqê were nîqaşkirin.

Her wiha rojnameya El-Ereb jî behsa mijara Iraqê kir û wiha got:” Aliyên siyasî yên Iraqê der barê vejandina mijara Kerkûkê de Tirkiye tawanbar kir.”

Yemen

Têkildarî mijara Yemenê jî rojnameya El-Ereb behsa danûstandinên aştiyê yên di navbera Hûsiyan û hikumeta Yemenê de kir û wiha got: “Nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths roja Sêşemê gihîşt paytexeta Siûdiyê Riyadê û bi rayedarên hikumeta Yemenê re rûnişt. Griffiths hewl dide hevpeymana Siwêdê di navbera hikumeta Yemenê û Hûsiyan de ji nû ve bixe meriyetê.”

Filistîn

Rojameya El-Heyat, behsa rewşa li Filistînê kir û wiha nivîsand: “Di yekemîn danûstandina Fetih û Hemasê de ku du rojan li paytexeta Rûsyayê dewam kir, komên Filistînê ragihand ku ew ê li gorî “Peymana Moskovê” tev bigerin.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya El-Heyat wiha got:” Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, dewletên ku cihê xwe di nava Koalîsyona Warsawê de digirin, îro kom dike da ku bi rêya kongreyekê hewl bide zextan li ser Îranê ferz bike, tevî ku aliyên ewropî yên çalak di kongreyê de tune ne.”