Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 13’ê Sibatê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12.00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 98mîn.

&- Li zindanên dewleta Tirk a dagirker jî berxwedana mezin a girtiyên azadiyê bi biryardarî didome..

&- Li dijî qedexeya faşîzan a almanya, Weşanxaneya Mezopotamya û Mîr mûzîk, serî li Dadgeha destûrabingehîn a Federal didin.

&- Gerîllayê Tevgera Azadiya Kurdistanê, li Sîdekan û Çelê darbeyên giran li dagirkeran da, herê kêm 3 leşker hatin kuştin.

&- Artêşa Tirk a dagirker, li herêma Besta ya Şirnexê operasyoneke leşkerî da destpê kirin.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir, pêngava dawî wê hovîtî û êrîşkariya faşîzmê ji holê rake û got, “Ev yek rewşeke nû ye; rexnedayineke kûr û sererastkirin e.”

&- Li goristana bêkesan a Meletiyê 200 cenaze li benda malbatên xwe ne