Mistefa Mihemmed Eloş ku 3 zarokên wî di nava refên Tevgera Azadiyê de şehîd bûn, diyar kir ku gelê Kurd wê serî li ber hêzên navneteweyî netewîne û got, “Ev ruhê me yê berxwedanê ji zindana Amedê tê.”
Mistefa Mihemmed Eloş ê ji navçeya Şiyê ya Efrînê, sala 1986’an Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir. Ji 5 zarokên wî yên li nava tevgera azadiyê 3 jê şehîd bûne. Yek jê xazî ye û keça wî jî 23 sal in di nava refên têkoşînê de ye. Mihmmed Eloş ku sala 1995’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir, qala komploya navneteweyî û tecrîdkirina Ocalan kir.
Eloş got, “Min sala 1986’an bi rêya hevalekî bi navê Selîm PKK nas kir. Piştre hevalên din jî hatin mala me. Piştî hevalê Selîm hevalê Mûstaf Cîlo hat. Her du heval jî şehîd bûn. Me soz dan wan şehîdan ku em ê li ser şopa wan û xeta Rêbertî bin.
Dema ku wan ji me re qala tevgerê dikirin wiha digotin, ‘Tu yê destpêkê di şexs û kesayetiya xwe de dest pê bike’. Min jî ji xwe dest pê kir. Hewl da zîhniyeta xwe biguherînim û felsefeya Rêbertî di kesayetiya xwe de biafirînim. 5 zarokên min tevlî nava refên tevgerê bûn. Sê şehîd bûn, yek xazî ye û keça min jî 23 sal in di nava refên têkoşînê de ye.”
‘FELSEFEYA OCALAN PÊŞENGIYÊ JI TEVAHIYA DINYAYÊ RE DIKE’
Mihemmed Eloş diyar kir, Kanûn asala 1995’an tevî 150 kesî ji bo dîtina Ocalan çûn Şamê û got, “Êvarê em bi wesayitê çûn akademiyê. Hevalên din jî hebûn. Hevalên birîndar jî hebûn. Em li salona perwerdeyê kom bûn. Me gelekî dixwest Rêbertî bibînin. Saet 9’an Rêbertî hat. Yek bi yek em hembêz kir, maçî kir. Dema ku Rêbertî dest bi axaftinê kir bi baldarî me lê guhdarî dikir. Bi axaftin û rêbaza xwe mirov bi xwe ve girê dida.
Mirov çiqasî qala Rêbertî bikin kêm e, ji ber ku mirov nikare heqê wî bidê. Eger komplo li dijî Rêbertî hatibe kirin, ev yek ji ber fikir û felsefeya wî ye. Felsefeya Rêbertî di sedsala 21’ê de pêşengiyê ji cîhanê re dike. Dijmin bi vê hesiya, lewma bi rengekî navneteweyî komplo kir. Çawa ku berê berxwedan û pêşengên Kurdan tasfiye kirin, bi komployê re ji wan hebû ku wê rêbertî û felsefeya wî ji holê rakin. Bi komployê re dixwestin hem rêbertî hem jî tevgera azadiyê tasfiye bikin.”
XETA BERXWEDANÊ YA ŞEHÎDAN BI SER KET
Mihemmed Eloş bi bîr xist ku ruhê berxwedanê yê li ser xeta Rêberê Gelê Kurd derkete holê, ti carî teslîmiyet qebûl nekir û got, “Bêguman xeta berxwedanê ya şehîdan bi ser ket. Eger îro Rêbertî tê tecrîdkirin, ev yek nîşan dide ku felsefeya Rêbertî bi ser ketiye. Ji hêzên komploger hebû ku wê bi ser bikevin. Lê belê gelê Kurd dilsozê rêberê xwe û şehîdan e. Bi felsefeya rêbertî re bû xwedî jiyan. Bi lîstikan nikarin gel ji Rêbertî qut bikin. Felsefeya Rêbertî di her kêliyê de di dilê me de ye. Yê ku têk biçe, dijmin e. Em ê ti carî rê nedin xayinan. Yên ku di vê têkoşînê de keda xwe hene, yên şehîd dane, yên li ser xeta neteweya demokratîk a rêbertî li ber xwe didin wê bi ser bikevin.”
BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BI SER KETIYE
Mihemmed Eloş di dawiya axaftina xwe de got, “Me xeta xwe ya berxwedanê ji berxwedêrên zindana Amedê ji Mazlûm, Kemal, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û bi sedan hevrêyên mîna wn dewr girt. Leyla Guven û bi dehan hevrê niha li ser wê xetê di greva birçîbûnê de ne. Ev berxwedana wan bi ser ketiye. Erdogan niha nizane wê li hemberî berxwedanê çi bike. Berxwedanê bêhn li Erdogan çikandiye.”
Mihemmed Eloş diyar kir, kes nema dikare gelekî xwedî felsefeya Ocalan bixapîne û got, “Sedsala 21’ê sedsala biratî, demokrasî û wekheviyê ye. Em Kurd, pêşengê sedsala 21’ê ne.”