Beriya salvegera komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li Edene polîsan bi ser malan de girt û 16 kes destgîr kirin.

Li Edeneyê berê sibehê polîsan bi ser 38 deveran de girt. Bi çarçoweya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi ser malan de hate girtin. Deriyê malan bi doqikan hate şikandin û polîs wiha ketin malan.

Bi çarçoweya operasyonê heta niha 16 kes hatine destgîrkirin.