Hate ragihandin ku li Agirî, Wan, Îdîr û Amedê di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de 78 kes hatin destgîrkirin.
AGIRÎ
Duh danê sibê navenda bajarê Agiriyê jî tê de li Bazîd, Fanos, Dutax, Giyadîn, Avkevir, Xamûr, Zêdikanê polîsên Tirk avêt ser malan û gelek kes destgîr kirin. Hate ragihandin ku kesên hatî destgîrkirin birine navenda polîsan a navçe û bajêr. Hate ragihandin ku li ser dosyaya 55 kesên ku ji ber parvekirinên wan ên tevna civakî di navbera salên 2014-2015 ku merasîmên sersaxiyê, yên cenaze û daxuyaniyên çapemeniyê parve kirine, biryara nepenîbûnê hatiye girtin.
Namzeda hevşaredariya Agiriyê ya HDP’ê Yeliz Karaaslan dema ku diçû sersaxiyê hate destgîrkirin û îro çav li rê ye ku bi 55 kesên hatî destgîrkirî re derxin pêşberî dozgeriyê.
ÎDÎR
Li Îdîrê, duh polîsên Tirk avêt ser malan û ji 12 kesên ku biryara girtina wan heye, 10 kes destgîr kirin. Navê kesên hatî destgîrkirin wiha ye: Erol Kizilay, Murat Eker, Mahmut Kalkan, Şerafettin Kizilay, Adem Açilan, Ruhat Karadeniz û Ferhat Taşdemir.
WAN
Li navçeya Erdîş a Wanê danê vê sibê polîsên Tirk avêt ser malan û 7 kes destgîr kirin. Hate ragihandin ku navê kesên hatî destgîrkirin wiha ye: Abdurrahman Fidan, Şirin Sakur, Muhtilla Dag, Bulent Zilanli, Harun Yildiz, Eda Umaç û Seyithan Telek. Hate ragihandin ku kesên hatî destgîrkirin birine navenda polîsan a navçeyê.
AMED
Li Amedê jî danê sibê polîsên Tirk avêt ser malan. Hate ragihandin ku di van serdegirtina malan de 6 kes hatine girtin û sedema destgîrkirina wan jî parvekirinên wan ên tevna civakî hatine nîşandan. Hate ragihandin ku polîsên Tirk bi awayekî hovane deriyên malan şkandine, ketine malan, mal belavela kirine. Tê diyarkirin dibe ku hejmara kesên hatî destgîrkirin zêde bibe.
Hate ragihandin ku navê kesên hatî destgîrkirin wiha ye: Vesile Uzan Alişan, Halime Uzan Alişan, Endamê Meclîsa Bajarê Nû Turkan Afşin Uzan, Mesut Yildiz, Endamê Meclîsa Ciwanan a Peyasê Muhsin Acar, karkerê Karên Zanyarî û Agahiyan ê Peyasê Yusuf Gunduz.