Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 14’ê Sibatê 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12.00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin lê pêşî çend ser nûçeyên me…

&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 99mîn.

&- 61 roj in li zindanên Tirkiyê berxwedana li dijî tecrîdê heye. Girtiyên siyasî zêdeyî 2 meh in di greva birçîbûnê de ne. Hem girtiyên siyasî hem jî malbatên wan banga mezinkirina berxwedanê dikin.

&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, li herêma Besta ya Şirnexê operasyon da dest pê kirin.

&-Hevserokatiya Konseya Rêvebir ya KCKê diyar kir ku, komploger dixwazin, di sala 21’ê ya komployê de di nava Şerê Cîhanê yê 3emîn de bidomînin û Kurdan tune bikin.

&- Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bi daxuyaniyekê got: Gerillayên Azadiya Kurdistanê wê komployê di tariya rûpelên dîrokê de binax bike.

&- Koordinaysona KJK, bi daxuyaniyekê Komploya Navnetweyî 15ê Sibatê şermezar kir û bang kir ku heta 4ê Nîsanê, bê navber tevlî çalekiyên li dijî komplo û tecrîda li ser Rêbertî bibin.

&- 20 parlamenterên jin, yên ji 8 eyaletên cuda yên Elmanya, diyar kirin ku daxwaza Leyla Guven daxwazên wan e.

&- Wezîrê berê yê Karên Hundir û Dadê yê Îzlanda Ogmundur Jónasson jî got: Em dixwazin bibin dengê Leyla Guwen.