AvEG bang kir ku 16’ê Sibatê li Strasboûrgê li dijî tecrîdê werin cem hev.

Konfederasyona Koçberên Çewisandî yên Ewropayê (AvEG-Kon) li dijî komplo û tecrîdê bang kir ku li Strasboûrgê kom bibin.
AvEG-Kon Leyla Guven, girtî û hemû berxwedêrên greva birçîbûnê slav kir û got, ”Parçekirina terîdê parçeye ji êşa giştî ya dewleta Tirk a faşîst û mêtinger a li ser gelê me û hêzên pêşeng e, wê dîktatoriyê bihejîne û hilweşandinê zû pêk bîne.”

‘JI BO PARÇEKIRINA TECRÎDÊ..’

Di daxuyaniyê de hate gotin:
”Em AvEG ji bo ku tecrîdê bişkîne têkoşîna hevpar a bi berxwedana Leyla Guven, berxwedêrên grevên birçîbûnê yên Strasboûrg, girtîgehe û li çar aliyê cîhanê re, di meşa xwe ya Basel-Strasboûrgê de bidomînin.

Em bang li hemû pêşverû, hêzên şoreşge dikin ku 16’ê Sibatê Şemiyê li Strasboûrgê kom bibin.”