&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 102’mîn.

Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 8ê Mijdarê de, dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.

Berxwedana dîrokî ya Leyla Guven, di roja 102’mîn de dewam dike û rewşa Gûven girantir bûye

Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê jî Nasir Yagiz, 89 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.

Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 14 çalakgeran, di roja 64’mîn de dewam dike. Rewşa berxwedêran gelekî giran bûye û gelek kîlo dane.

Îlhan Şîş, li Brîtanya bajarê Newportê, çalekiya greva birçîbûnê, di roja 64’mîn de didomîne.

Li Silêmaniyê 65, li Mexmurê 64 roj, li Şingalê 42 roj in, grevên birçîbûnê dewam dikin.

Li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî, biqasî 700 girtîyên azadîyê di çalakiya greva birçîbûna û bi dorveger de ne. Ji wan jî bi sedan dîlên azadiyê, di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Greva birçîbûna bi sedan dîlên azadiyê 65 roj in dewam dike, û her roja diçe hejmara çalakgeran jî zêde dibe.

Hevaseroka DBP Sebahat Tûncel û parlamentera berê ya HDP Selma Irmak jî, 34 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.

Yusuf Iba, li Kanada bajarê Toronto 36 roj in,
Mustafa Tuzak, li Elmanya bajarê Duisburg 36 roj in,
Huseyin Yildiz 28 roj in,û, Hasbî Çakici li bajarê Hollanda Den Hagê 27 roj
Fadile Tok li Başûrê Kurdistan Mexmurê 29,
Şiyar Xelîl li bajarê Almanya Nûrbergê 23,
Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît li paytexta Avûstûrya Vienê 16 roj in,
Ömer Bağdur û Cemal Kobanê ji bajarê Almanya Kasselê 14 roj in,
Mehmet Şerîf Narman jî, li Elmanya Gîessenê 10 roj in, di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.