Beriya niha bi çend kêliyan fermandarên QSD`ê gihîştin cihê civîna asayî ya Meclisa Leşkerî ya Giştî ya QSD`ê.

 WENE

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Meclisa Leşkerî ya Giştî ya QSD`ê civîna xwe ya asayî ji bo nirxandina xebatên QSD`ê û bi taybet pêngava Bagera Cizîrê, pêngava piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê, her wiha plansaziya dema pêş, li dar dixe.

Nûçegihanê me ji cihê civînê ragihand ku fermandarên QSD`ê gihîştin cihê ku civîn dê lê were lidarxistin.

Nûçegihanê me diyar kir ku fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdê, berdevkê QSD`ê Kîno Gabriyêl û fermandarên hêzên di bin sîwana QSD`ê de dê tev li civînê bibin.

(bx)

ANHA