Rêveberiya Jinan li Dêrazorê bi civînên cuda 9 komînên taybet ên jinan li 5 gundewarên herêmê ava kirin.

DÊRAZOR

Rêveberiya Jinan li Dêrazorê bi armanca birêxistinkirina jinan da ku rola xwe di nava civakê de bilîzin, komînên taybet ên jinan li Dêrazorê ava dike.

Rêveberiya Jinan beriya niha li herêmên Hemmar Elî, Sawa û Hewayic komînên taybet ên jinan ava kiribûn.

Rêveberiyê di vê çarçoveyê de û bi armanca avakirina komînên taybet ên jinan li gundê Hisan û heta Çerxerêya Meamil, civînên cuda li dar xistin. Di civînan de yek ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Leyla Abdullah li ser girîngiya avakirina civaka azad û exlaqî axivî.

Di civînan de 9 komînên taybet ên jinan li herêmê û komîteyên wan hatin avakirin.

(bx)

ANHA