Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 18’ê Sibatê 2019 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…
&- Berxwedana mezin û dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 103’mîn.
&- Rojnamevanê Ereb Ednan Fezil, diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan, sembola tevgerên azadîxwaz yên gelan teva ye.
&- Nasir Yagiz, li Hewlêrê di berxwedana greva birçîbûna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 3 meh li pey xwe hiştin û rewşa wî gelekî nebaş e.
&- Girtiyên li Girtîgeha Bursa Tîpê H, yên di berxwedana greva birçîbûna li dijî tecrîdê de, bang li her kesî kirin ku tevlî pêvejoyê bibin û bibin dengê berxwedêran.
&- Malbata girtiyê bi navê Turan Gunana, bang li hêzên demokratîk kir ku destekê bidin berxwedêrên di greva birçîbûna li dijî tecrîdê.
&- Terora dewleta Tirk, wek her demê, di salvgera komploya ’15’ê Sibatê’ de jî sinor nasnekirin û 735 kes girtin binçavan.
&- Tevgera Jinên Azad TJA, bertek nîşanî tacîza zayendî ya polîsên Tirk ya Enqerê da.
&- Meclisa Leşkerî ya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê civîna xwe ya asayî li bajarê Hesekê li darxist.