Li navçeya Seray a Wanê bi pileya 4.2 erdhej pêk çêbû.
Li navçeya Seray a Wanê saet 19.31’an bi pileya 4.2 erdhej pêk hat. Li gorî agahiyan, di vê erdheja pêk hatî û bûyî sedema tirsê, kuştî, birîndarî û ziyana mal çênebûne. Li gorî agahiyên Enstituya Lêkolînê ya Rasatxaneya  Qendîliyê, erdhej 5 km di bin erdê de pêk hatiye.