Telal Mihemed teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga hemû aliyên muxalefetên Sûriyê pêkane û daxuyaniyên dawî yên Beşar Esed girêdana wî bi aliyên derve îsbat dike.

ALVA OSÊ / NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed li ser daxuyaniya serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed der barê pêşeroja Sûriyê, bandora daxuyaniyê li ser aloziya Sûriyê piştî 8 salan, ji ajansa me re axivî.

Telal Mihemed destnîşan kir ku aloziya Sûriyê û taybet piştî têkçûyîna DAIŞ`ê di cihên dawîn li Baxozê, li gorî stratîjiya nû dê herêmê têxe rewşeke nû, wê bihêle ku hemû alî li çareseriya aloziya siyasî bigerin.

Mihemed wiha domand: “Ketina aloziya Sûriyê di merheleye nû di bin zextan û sponseriya herêmî û navnetewî dê hinekî aloziya ku tê jiyîn kêm bike, ev yek jî wê bi rêya destûreke demokratîk pêk were. Rêjîma Sûriyê jî ji vê yekê ditirse, ji ber ku dizane wê bandorê li siyaseta wî li herêmê bike, ev yek di xîtab û daxuyaniyên Serokê Rêjîma Sûriyê Beşar Esed de derketin holê.”

Mihemed da zanîn ku xîtaba ku Esed da teqez dike ku rêjîm ji çareseriya aloziya Sûriyê re ne amade ye û wiha domand:”Daxuyaniyên dawî ku Esed dan, nakokiyên ku rêjîm dijî û girêdana rêjîmê bi aliyên derve ku bi çarenûsa welat dilîzin dide diyarkirin. Her wiha dide nîşan da ku rêjîm di nav xwe de hatiye parçekirin. Rêjîma Sûriyê û serokê wê Beşar Esed ji merheleya demokrasiyê re ku bi rêya wê dê aloziya Sûriyê çareser bibe, ne amade ye. Metersiya Rêjîmê ji têkbirina siyaseta yek part, yek al û Sûriya navendî heye.”

Her wiha Mihemed bi lêv kir ku ev daxuyanî xizmeta merheleya heyî nake û xizmeta projeyên ji bo dîtina çareseriya aloziya Sûriyê ku di sala 2011 de destpê kir nake û wiha domand:” Ev yek dide diyarkirin ku Rêjîma Baas hîna dixwaze temenê aloziya Sûriyê dirêj bike û dûrî çareseriyê bikeve. Temenê dirêjkirina aloziyê ji Rêjîma Baas re tê wateya dirêjkirina hebûna temenê wê  li ser hikum û desthilatdariyê.”

Mihemed teqez kir ku çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga bi hemû aliyên muxalefetên Sûriyê û rûniştineke li ser maseya diyalogê û danûstanên ku xizmeta gelê Sûriyê bike, pêk tê.

Hevserokê partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku çareseriya aloziya Sûriyê di pêkanîna Sûriyeke pirrengî nenavendî bi sîstemeke demokratîk û hikumeteke bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê de pêkane û got:” Dibe ku yekîtiya xaka Sûriyê û çareseriya aloziya Sûriyê xweşiya hin aliyên navnetewî û herêmî û taybet Tirkiyê û Rêjîma Baasê.”

(jo)

ANHA