Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Mayer hem dibêje, di nava sê mehan de 120 xwepêşandan hatine kirin, hem jî îdîa dike ku ji bilî nûçeyên di çapemeniyê de tên weşandin, agahiya wan ji tiştekî din nîne.

Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deverên dinyayê dewam dikin, li asta krîtîk in. Lê belê CPT a ku şopandina êşkenceya tecrîdê ya li Îmraliyê wezîfeya wê ye û dewletên sereke yên Yekîtiya Ewropayê xwe li bêdengiyê danîne.

Ji bo Hikumeta Federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel helwesta xwe ya li ser grevên birçîbûnê eşkere bike, Partiya Çep hefteya bihurî mijar careke din xistibû rojeva Meclîsa Federal. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût ev her du pirs li hikumetê kiribûn:

“Bi hikumeta federal re agahî heye ku welatiyên Elman an jî kesên li Elmanyayê xwedî mafê mayinê ye tevlî çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan bûne yan na?

Li ser çalakî û xwepêşandanên ji bo piştevaniya bi grevên birçîbûnê û bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan li Elmanyayê tên lidarxistin, agahiyeke çawa bi hikumeta federal re heye? Gelo hikumeta federal texmîn dike ku rojên bê di çalakiyên greva birçîbûnê de çi biqewime?”

HIKUMETÊ BERSIVEKE SOSRET DA

Bi navê hikumeta Merkel, Musteşarê Wezîrê Karên Hundir Stephan Mayer bersiv da pirsan. Mayer bal kişand ser grevên birçîbûnê û got, “Ji bilî agahiyên di çapemeniyê de cih digirin, hikumeta federal ne xwedî agahiyeke cuda ye.” Di bersiva nivîskî de ku gihîşte ANF’ê, musteşar Mayer ji bo pirsa duyemîn dibêje, “Li Elmanyayê ji 7’ê Mijdara 2018’an heta 15’ê Sibata 2019’an bi mijarên ‘Greva birçîbûnê/Azadî ji Ocalan re’ 120 xwepêşandan hatine lidarxistin.”

Mayer ku endamê CSU ye, wiha dewam kir: “Hem li asta federal, hem jî li asta xwecihî, hêzên ewlekariyê rewşa ku dikare ewlekariyê bixe nava metirsiyê dişopînin.” Mayer diyar kir, bi navê hikumeta federal ew tevlî nêrîna ku dibêje, ewlekarî wê bikeve nava metirsiyê, nabin.

Musteşar Mayer tevî bersiva xwe ya kurt, cih da lîsteya çalakiyên ku ji 9’ê Mijdara 2018’an heta 15’ê Sibata 2019’an li gelek bajarên Elmanyayê li dijî tecrîdê hatine lidarxistin. Di lîsteya 4 rûpelan de bi berfirehî cih, dem û mijara çalakiyan tên vegotin.

HALBÛKÎ GOTIBÛN ‘TECRÎD HEYE Û BILA BI DAWÎ BIBE’

Partiya Çep meha Çileyê jî mijar xistibû rojeva Meclîsa Federal. Ji bo pirsa li ser tecrîda li Îmrlaiyê, 16’ê Çileya 2019’an bi navê rêveberiya Berlînê Wezîrê Dewletê yê ji Karên Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth bersiv dabû. Roth ji hikumeta Tirk xwestibû ku di çarçoveya peymanên navneteweyî de yên îmze kirine, tecrîda li Îmraliyê rake.

Wezîr Roth ragihandibû ku divê tecrîdkirina Ocalan bê rakirin, karibe parêzer û malbata xwe bibînin. Lê piştî vê daxuyaniyê gaveke pratîkî nehate avêtin. Ev helwesta nû ya Wezareta Karên Hundir ku li daxuyaniya beriya mehekê nayê balê dikişîne.