Omer Bagdûr û Cemal Kobanê ku li bajarê Kassel ê Elmanyayê 24 roj in di greva birçîbûnê de ne, nameyek li ser daxwazên xwe ji Şaredarê Bajarê Mezin ê Kasselê re şandin.
Bagdûr û Kobanê di nameyê de bi bîr xistin ku 24 roj in ew li Kasselê di greva birçîbûnê de ne û bi çalakiya xwe destekê didin Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven.
Di nameyê de bêdengiya siyaset û çapemeniya Elman hate rexnekirin û şaredar ji bo civîna çapemeniyê ya 25’ê Sibatê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kasselê hate vexwendin.
SERDANA JI BO BERXWEDÊRAN
Kurdistanî jî bi girseyî serdana Bagdûr û Kobanê dikin ku 24 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Doh jî du aktîvîstên ji rêxistina bi navê Alîkariya Sor a Elmanyayê serdana çalakgeran kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.