Rojnamegerên bajarê Hewlêrê piştgiriya xwe ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP‘ê ya , Hewlêrê hatî destpêkirin diyar kirin û diyar kirin ku pêwîste meyda bi erkê xwe rabe û dengê çalakvana li tevahî cîhanê belav bike.


Çalakiya greva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêr ku bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 94’an de berdewam dike.

Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz, ji 21’ê Mijdara 2018’an ve li Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Nasir di roja 94’yan de bi baweriyek xurt çalakiya xwe didomîne.

Çalakî ji aliyê koma 47’emîn ve didome. Rojnemegerên bajarê Hewlêrê  bi riya Rojnews’ê piştgirî dan çalakiyê.

Rojnemeger Îsa Ebdulqadir piştgiriya xwe ji bo çalakiya Nûnertiya HDP’ê ya li bajarê Hwelê diyar kir û got: “Ev çalakiyê greva birçîbûnê yên ku li Başûrê Kurdistan hatîne despêkirin wê encam bigirin. Ji bo vê pêwîste medya û ragihandian Başûrê Kurdistan bi erka xwe rabe û piştgiriya çalakgeran bike. Ji ber ku ev tişta HDP’ê li  Başûrê Kurdistanê dike ne dosyayekî taybete ji  bo Bakûrê Kurdistanê. Ewa ku Nûnertiya HDP’ê  daxwaz dike ji bo herçarparçeyê Kurdistanê ye.”

Rojnameger Îsa Ebdulqadir wiha domand: “Pêwîste welatên cîhanê li ser rewşa niha ya Bakûrê Kurdistanê were agahdarkirin. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze li Bakûrê Kurdistanê gelê Kurd û nasnameya Kurdan ji holê rabike. Tişta ku niha dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê pêk tîne wê demê pêş de li Başûrê Kurdistanê jî wê pêk bîne. Pêwîste em vê jibîr nekîn  bi sedan cara dewleta Tirk bi balafirên xwe yên şer êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kirine. Di encama van êrîşan de ziyanek mezin a can û malî gihaye xelkê  Başûrê Kurdistanê.”

Li ser heman mijar rojnamevan bajarê Hewlêrê Salih Herkî  jî diyar kir ku pêwîste ragihandina Başûrê Kurdistan bi erkê xwe rabe û parastina mafê rawa yê doza gelê Kurd bike û got: “Pêwîstiya gelê Kurd bi ragihandi û medyayê heye. Ji ber ku bi rêya ragihandin em dikarîn dengê gelê Kurd bigihînin tevahî cîhanê.”

(ep)