RIHA – Li Serê Kaniyê, ji 6 kesên îstîsmara zayendî li zarokekê kirin 5 jê hatin girtin. Li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê, 6 kesên îstîsmara zayendî li zarokek 14 salî kirin hatibûn binçavkirin. Kesên lêpîrsîna wan li midûriyeta polîsan bi dawî bûn, sewqî edliyê hatin kirin. Kesên binavê H.Î., F.Ç., F.O., M.Y. û Î.E. ji aliyê dadgeha nobedar ve hatin girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Hat diyar kirin ku di çarçoveya dosyeyê de lêgerîna kesek din jî heye, lê heya niha nehatiye binçavkirin. Li aliyê din, zaroka rastî îtîsmara zayendî hat jî, ligel pisporên xizmeta civakî û derûnnasan piştî îfadeya wê hat girtin, hat parastin.
5 kesên li Serê Kaniyê îstîsmara zayendî li zarokekê kirin hatin girtin
