AMED – ÎHD’a Amedê diyar kir ku 20 kesên polîsan ew revandiye û sîxurtî li wan ferz kirine, serî li ÎHD’ê dane. Di sala 2018’an de ji ber vê rewşê 67 kesan serî li ÎHD’ê daye. Di demên dawî de li gelek deverên Tirkiyeyê mirov tên revandin û bi zext û zoriyan sîxurtî li wan tên ferzkirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 2018’an de li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê 44 kes ji ber vê rewşê serî li ÎHD’ê dane. Her wiha li gorî daneyên ÎHD’ê 23 kesên sîxurtî li wan hatine ferzkirin jî bi rêya çapemeniyê ev yek bi raya giştî re parve kirine. Li gorî raporên ÎHD’ê di sala 2018’an de sîxurtî li 67 kesan hatiye ferzkirin. 20 KESÎ SERÎ LÊ DAN Endamê Komîsyona Îşkence û Muameleya Nebaş a Şaxa ÎHD’a Amedê Parêzer Yakûp Guven, vê yekê wekî felaiyetên “sîxurtiyê” nirxand û got: “Di sala 2018’an de 20 kesên temenê wan di navbera 25-40 salî de serî li komeleya me dane.” ‘PÊŞÎ DIŞOPÎNIN PAŞÊ DIREVÎNIN’ Guven, anî ziman ku 20 kesên serî li wan dane xebatkarên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî ne. Guven, bilêv kir ku ev kes pêşî hatine şopandin û paşê jî sîxurtî li wan hatiye ferzkirin. ‘DIREVÎNIN Û GEFAN LI WAN DIXWIN’ Guven got: “Hêzên ewlehiyê bi piranî êvarî û bi şev derî îradeyê û bêyî teblîxateke qanûnî, bi zorê van kesan li wesayîtên sivîl an jî zirxî dikin. Pêşî çend saetan li nav bajêr digerînin û paşê ji nav bajêr deridixin û dibin devereke dûr. Pêşî gefan li wan dixwin. Ji wan re dibêjin em ê te bikujin an jî bigirin. Her wiha eger xizmên wan kesan di cemaweriyê de bin, dibêjin ew wan ji kar derxînin. Wexta van gefan dixwin agahiyên der barê ferdên malbatê de ji kesê hatiye revandin re dibêjin. Dibêjin birayê te, xwişka re li vir in, bavê û kurê te li vir dixebitin, li filan bajarî ne. Bi vî awayî wan ditrisînin. Paşê gefan li mexdûr bixwe dixwin. Piştî kesê tê revandin serî natewîne, vê carê serî li rêbazên cuda didin.” Guven, bilêv kir ku “rêbazên cuda” maddiyat e û ev yek tê teklîfkirin. Her wiha Guven, anî ziman ku gelek bûyerên bi vî rengî yên nehatine bihîstin an jî serî li wan nehatiye dayîn hene. Guven, bilêv kir ku bûyerên bi vî rengî piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê zêdeyir bûne û got: “Piştî hewldana darbeyê bêtir bi ser saziyên civak sivîl, partiyên siyasî û xebatkarên çapemeniyê de diçin. Bi vê re felaiyetên sûxurtiyê jî zêde bûne. Ji hin kesên xizmên wan di nav PKK’ê de ne dibêjin em dikarin xizmê we bi saxî bînin. Gefa mirinê li wan dixwin. Em dizanin hejmara kesên sîxurtî li wan tê ferzkirin ji ên serî li medidin pir bêtir in.” Guven, destnîşan kir ku ev yek piranî li derdorên muxalif tê kirin. Her wiha Guven, diyar kir ku ew di warê hiqûqî de bi her awayî alîkariya kesên sîxurtî li wan tê ferzkirin dikin.
20 kesên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li ÎHD’ê dan
