Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete, li gundê Qestel Cîndo yê navçeya Şera ya Efrînê Tirba Şêx Hemîd ku ji bo Êzidiyan cihekî pîroz e, hilweşandin.
Li Efrînê, êrîşên qirkirinê yên artêş û çeteyên dewleta Tirk a dagirker didomin.
Dewleta Tirk ku heta niha gelek cih û berhemên ji mîrateya çandî ya cîhanê hilweşandiye, li gundê Qestel Cîndo yê navçeya Şera ya Efrînê Tirba Şêx Hemîd jî xera kir.
Tirba Şêx Hemîd cihekî pîroz ê civaka Êzidî ye.
Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, ne cara yekê ye ku deverên dîrokî û pîroz li Efrînê hildiweşînin.
Piştî ku Efrîn dagir kirin, Tirba Şêx Berekat a li Eyn Darayê, Tirba Qere Cîrne ya li gundê Meydankê û Tirba Şêx Adî ya li gundê Qîbarê ku ji bo Êzidiyan cihên pîroz in, ji aliyê leşker û çeteyên Tirk ve hatibûn hilweşandin.





