Çeteyê bi navê Ebrar Mihemed ji welatiyên Swêdê ye û li herêma Hecînê xwe radestî QSD`ê kir. Ebrar Mihemed ji ajansa me re têkiliyên Artêşa Azad û DAIŞ`ê her wiha têkiliyên Tirkiye û DAIŞ`ê eşkere kirin.
AZAD SEFO – NEJBÎR OSMAN / NAVENDA NÛÇEYAN
Ajansa me ANHA`yê heta niha bi rêya gelek raporan têkiliyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê eşkere kirine. Di vê raporê de jî çeteyê bi navê Ebrar Mihemed piştgiriya Tirkiyê ji bo çeteyên DAIŞ`ê û bûyera tevlêbûna komên bi navê Artêşa Azad di nava çeteyên DAIŞ`ê de eşkere dike.
Ebrar Mihemed ji welatiyên Swêdê ye, dibêje ew ji bo li dijî rejîma Sûriyê şer bike hatiye Sûriyê û tev li komên çete bûye.
Beriya ku biçe Tirkiyê û ji wir biçe Sûriyê, bi kesekî ji Antakyayê re kete nava têkiliyê ku têkiliya wî kesî jî bi hin kesên li aliyê din ê li ser sînor re hebû.
Rêwîtiya Ebrar ji Swêdê ber bi Stanbola Tirkiyê ve sala 2013`an dest pê kir. Piştî ku li Stenbolê ji balafirê daket, bi wî kesê ji Antakyayê (Hatay) re axivî, dibêje navê wî nema tê bîrê, wî bi telefonê ji Ebrar xwest ku bi otobusê biçe Antakyayê.
Derbasbûna çeteyan ji Tirkiyê bo Sûriyê pir hêsan e
Li Hatayê hev dîtin, ew tiştekî li ser wî kesî nizane, tenê dizane ku ew ê wî beramberî pereyan derbasî Sûriyê bike. Piştî çenda saetan ji bajarê Rihaniyê rêwîtiya wan a ber bi axa Sûriyê ve dest pê kir.
Mihemed dibêje ku wan di rêwîtiya ber Sûriyê de heta ku gihîştin bajarê Idlibê, tu astengî nedîtin. Li ser sînor an jî li ser rêyan tu dewriye û tu hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê xuya nekirin, lewma derbasbûna wan a Sûriyê pir hêsan bû.
Çete Ebrar Mihemed dibêje dema ew derbasî axa Sûriyê bûne, wî di rê de gelek komên biyanî û komên din jî dîtine, piraniya endamên van koman Tirk bûne.
`Dema ez çûm Idlibê, herêm bûbû “pêşangeha” komên çekdar`
Dema Ebrar Mihemed digihîje bajarê Idlibê, gelek komên çete li bajêr hebûn. Armanca wî jî tev li komeke ku şerê rejîmê dike, bibe. Mihemed behsa deriyê Bab El-Hewa dike, dibêje ku ew dever bûbû mîna “pêşangeha” komên çekdar ku gelek komên çekdar ên bi navên cuda li wir hebûn û her komekê jê dixwest ku tev li wan bibe. Li Idlibê Mihemed hin dostên xwe yên Swêdê nas dike ku ew jî ji bo tev li komên terorîst bibin, derbasî Sûriyê bûbûn. Piştî wê Mihemed biryarê dide ku tev li koma bi navê “El-Mihacirîn El-Ensar” bibe.
Hevkariya Artêşa Azad û DAIŞ`ê li Idlibê
Mihemed demekê li Idlibê dimîne, paşê ji bo serdana dostekî xwe diçe gundewarên Helebê û bi jineke swêdî re dizewice. Piştî çend mehan komên girêdayî Artêşa Azad ên bajarê Idlibê biryar da ku tev li nava DAIŞ`ê bibin û li kêleka wan şer bikin. Koma El-Mihacirîn El-Ensar ku Mihemed endamê wê ye, yek ji wan koman bû. Mihemed dibêje êdî desthilatdariya bajêr li koman hate belavkirin, piştî wê demê koma El-Mihacirîn El-Ensar di sala 2014`an de ji Idlibê çû Reqayê û li wir di bin ala DAIŞ`ê de şer kir.
Komên girêdayî DAIŞ`ê bi navên cuda êrîşî Basûfanê kir
Sala 2013`an koma Lîwa El-Tewhîd ku ji gelek komên çete yên Sûriyê yên mîna Ehrar El-Şam û Feyleq El-Şam pêk dihat, li gundewarên Helebê yên rojava û parêzgeha Idlibê, bi DAIŞ`ê re hevkarî kir, piştî vê lihevkirinê bi hev re êrîşî gundê Basûfan ê Efrînê kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di sala 2012`an de ji rejîmê rizgar kiribû.
Anjansa me ANHA`yê wê demê nasnameyên çeteyên DAIŞ`ê ku li ser laşê kuştiyên çeteyan hatibûn dîtin, eşkere kirin. Êrîşa çeteyan wê çaxê rastî berxwedaneke mezin a şervanên YPG`ê hat û êrîşa DAIŞ`ê têk bir û bi sedan çete hatin kuştin. Ebrar Mihemed dibêje ew komên êrîşkar girêdayî DAIŞ`ê bûn û ji bo ku raya giştî bixapînin, bi navên cuda êrîşî gund û bajarên Kurdan dikir.
Tirkiye li herêmên DAIŞ`ê petrolê didize û biyaniyan derbasî Sûriyê dike
Piştî ku çete Ebrar Mihemed bi endamên koma xwe re digihîje Reqayê, dibîne ku hemû piştgiriya DAIŞ`ê ji Tirkiyê tê û wiha dibêje: “Alîkarî bi awayekî yekser ji Tirkiyê dihat. Rojane DAIŞ`ê ji herêmên Dêrazorê û Reqayê gelek petrol derbasî Tirkiyê dikir, beramber wê jî hemû awayên alîkariyê ji Tirkiyê ji wan re dihat, her wiha ji wan herêmên çeteyên biyanî derbasî Sûriyê dikirin.”
Fermandarên DAIŞ`ê li Tirkiyê têne dermankirin
Ebrar Mihemed ku carê li Swêdê ajokarê ambulansan bû, piştî ku çû Reqayê ji aliyê çeteyê bi navê Ebû Miseb El-Swêdî ve wek ajokarê ambulansê hate erkdarkirin. Wî çeteyên birîndar vediguhestin nexweşxaneyê. Mihemed di nava karê xwe dît ku gelek fermandarên DAIŞ`ê li Tirkiyê têne dermankirin.
Mihemed navê fermandarekî DAIŞ`ê tîne ziman; Ebû Hafiz El-Muxrubî ku li nexweşxaneyeke Tirkiyê dihate dermankirin. Mihemed wiha pê de diçe: “Carekê daxaznameyek ji aliyê komîteya koçberiyê (karûbarên çûn û hatina çeteyên biyanî bi rê ve dibe) gihîşte destê Ebû Miseb El-Swêdî. Têde hatiye xwestin ku serçeteyê bi navê Ebû Hafiz El-Muxrubî bibin Tirkiyê da ku li xweşxaneyan bê dermankirin, li ser wê daxwaznameyê ew serçete bi rê kirin Tirkiyê û li wir hate dermankirin û piştî çend mehan dîsa vegeriya Sûriyê.
Mihemed da zanîn ku serçete bi rêya îstixbarata Tirkiyê û bi awayekî veşartî derbasî Tirkiyê dibin.
Ji tirsa ku QSD rê bigire, di demên dawiyê de gelek alîkarî ji DAIŞ`ê re hatin
Çete Mihemed dibêje piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî çeteyê DAIŞ`ê hemleyên leşkerî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, çete tirsiyan ku rêyên lojîstîkê bêne girtin. Lewma Tirkiyê alîkariya herî mezin da çeteyan, çeteyan jî ev alîkarî di depoyan de parast.
Dema QSD’ê dest bi hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê kir, çete Ebrar Mihemed xwest biçe bajarê Meyadînê, lê ji ber ku hêzên rejîmê bajarê Meyadînê bombebaran dikir, çete Mihemed vê carê xwest biçe herêma Hecînê, li wir jî rêwîtiya wî ya bi DAIŞ`ê re bi dawî bû û xwe radestî QSD’ê kir.
(kn)
ANHA